ArşîvCivakDaxuyanî

Komîta Şilêr dorpêç şermezarkir

Komîta Şilêr ya şopandina kar û barên zarokan, ya Bakur û Rojhilatê suriyê, bang li rêxistinên parastin û şopandina zarokan kirin ku li hember^rewşaheyî bê deng nemînin.'

Ji bo şermezaekirin dorpêça li ser Taxa Şêx meqsod û Eşrefiyê û şehba îro sêşem 10/1/2023’an li dibistana Ehmed Mirêwid, ya li taxa Hitîn,bi amadebûna bi dehan zarok, ji aliyê xwendekar Haycîn Ebd El rehman Mihemed daxuyaniya komîtê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev hat gotin: ‘Wekî tê zanîn  êrîş û dorpêça li ser Şehba û Helebê  roj bi roj girantir û dijwartir dibe. jiber dorpêça li ser heremê gelek zarok ji dibistanên xwe man û gelek zarok jî ji ber ku nekarîn derbasî  nexweşxaneyên derve ji bo derve bibin jiyana xwe ji dest dan jiber van dorpêçan wê gelek zarok tehdayî bibînin û ji xwandina xwe dûr bikevin.

Em bang li rêxistinên parastin û şopandina zarokan dikin ku li hember van êrîşan bêdeng nemînin xwedî li erkên xwe derbikevin.

 

Back to top button