ArşîvDaxuyanî

Kongra star:18’EMÎN SALVEGERA DAMEZİRANDİNA KONGRA STAR Bİ ‘JİN, JİYAN, AZADÎ’ TACÎDAR BÛ

Kordînasyona kongra star di 18'emîn salvegera demzrandina rêxistina xwe de bang li hevgirtina jinan kir.

Bi boneya 18’emîn salvegera demzrandina kongra star, kordînasyona kongra star, bi daxuyaniyekî nivîskî salveger pîroz kir.

Di daxuyaniya kongra star ya ku îro şemî 14/1/2023’an de, da ev got: 18’EMÎN SALVEGERA DAMEZİRANDİNA KONGRA STAR Bİ ‘JİN, JİYAN, AZADÎ’ TACÎDAR BÛ.’

Weha daxuyaniya xwe berdewam kir ‘Di vê rewşa hestiyarî de ku cîhan tevahî di nava aloziyeke pir mezin de ye ku em jî parçeyeke ji vê aloziyê ne û herî zêde bandora xwe ev 10 sal zêdetir didomîne ji ber em weke Sûriyê , taybet herêma bakur û rojhilatê Sûriyê beşeke jê ne .

Di vê pêvajoya ku her diçe girantir dibe û ji hemû milan ve alozî kûrtir dibe.’

Di daxuyaniya xwe de got:’em weke rêxistina kongra star bi rêxistinkirina jinan di nava hemû qadan de, hişmendiya xwebûn , azadîxwazî û xweparastinê bi hemû rê û rêbazan didin vejînkirin . Di heman demê de me dikarîbû bi hemû fikirê xwe li hember polîtîkayên serdestan helwest bidin nîşan dan. Ev helwest bi sekna jinan ya sala 2022an diyar bû.’

Duruşma ‘JİN, JİYAN, AZADÎ’ veguhezî meşa azadiyê

Di derbarê serhildana îranê de jî ev got: ‘bi dirûşmeya ‘JİN, JİYAN, AZADÎ’ ku di serhildana Rojhilat û tevahî Îranê de , di şexsê Jîna Emînî de, û bi pêşengtiya jinan hişt ku heya roja îro ev serhildan dewam bike û bi demê re veguheze meşa azadiya jinan ya bê navber . Di sala 2022 an herêm û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrîşên pir mezin , li hember vê yekê berxwedaniyêke bê hempa hate meşandin û di encama van êrîşan de windahiyên pir mezin çêbûn taybet jî di asta pêşengan de.bedelên pir giran hatin dan di şexsê şehîdên qehreman ku bûn  sembola berxwedana cewherî ya jinan mîna ş Zeyeb Saroxan , Diya Hogir, û hemû şhîdên pêşeng ên jin  yên vê salê ku bûn armanca êrîşan, Jiyan Tolhildan Roj Xabûr , Barî , Zîlan , Bêrîvan , Nagîhan , Delal ,Sosin ,Nûjiyan , Mizgîn Rojhilat , şehîdên Gurza Gelan , Şehîdên komkujya Parîs 1 Sakîne Cansîz , Fîdan Dogan , Leyla Şaylemez , komkujiya parîs 2 Evîn Guyî .em bi minet darî wan  bi bîr tînin.

Berxwedana jinan ya li tevahî cîhanê heyî bingeha xwe ji nerazîbûnên hişmendiya Newtew – Dewlet  digire û li ser vî bingehî tekoşîna me jinan bê navber didome heya bi dest xistina mafê xwe yê xwezayî ku bi zorê  hatibûne girtin .’

Di dawiya daxuyaniya xwe de got: ‘Di 18 ’emîn salvegera rêxistina me kongra star de , dîsa bi helwesteke xurtir, îdayeke bi hêztir û hişmendiyeke xweparastinê emê pirojeya xwe ya ku  armanca wê ewe azadkirina tevahî jinan ji zilm û zordariyê û avakirina civakeke li ser hêmên demokrasî, azadî û wekheviya zayendan , ev yek encax bi hevgirtina jinan li tevahiya cîhanê  û bilind kirina asta tekoşînê li ser erdê pêkbînin .Dîsa em dibêjin felsefeya JİN JİYAN AZADÎ, ku bûye formûlek efsaneyî wê rêya çareseriyê ji hemû aloziyê jiyanê re bîne , û 18 e mîn salvegera rêxistina xwe kongra star pîroz dikin .’

Back to top button