Arşîv

Kargeha Vîna Jinan pêdiviyên zivistanê amade dike

Kargeha Vîna Jinan li kantona Kobanê bi tevlêbûna 10 jinan di çarçoveya xebatên amedekirina pêdiviyên zivistanê de dest bi kar kiriye.

Kargeha Vîna Jinan ku sala par ji bo amedekirina pêdiviyên zivistanê hatibû vekirin, ev mehek e dîsa dest bi xebatê kiriye.

Di kargehê de 10 endamên jin ên kantona Kobanê dixebitin, kargeh jinên ku pêwîstiya xwe bi kar heye, deriyê xwe jê re vedike û wan di kar de bi cih dike.

Bi taybet jinên ku xwendina wan tune ye û nikarin cihê xwe di tu saziyan de bigirin, dikarin cihê xwe di vê kargehê de bigirin û pêwîstiyên xwe yên jiyanî bi dest bixin.

Heta niha jinên kargehê gelek işe (pêdiviyên zivistanê) çêkirine, wekî dimsê firingiyan, firingiyên hişkkirî, fasuliyên hişk, nok, bazêla, yaprax, kundir û bacanên hişkkirî, mirebiya mişmişan û mirebiya kerezê, her wiha dê gelek işeyên din di demên pêş de çêkin.

Hesabgira Kargeha Vîna Jinan Şêrîn Hacî têkildarî xebata kargehê axivî û wiha got: “Me ev kar bi taybet ji bo jinên ku xwendina wan tune ye û nikarin di tu saziyan de kar bikin, vekir û em dixwazin hemû jin cihê xwe di nava vê xebatê de bigirin.”

Her wiha xebatkara bi navê Fatma Ehmed anî ziman ku xebata wan baş diçe û kêfa wan ji kar re tê û ew bi karê destê xwe pêwîstiyên xwe yên jiyanaî bi dest dixin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî mehekê dê Desteya Jinan a Kantona Kobanê firoşgehekê veke û işeyên ku li kargehê tên amedekirin tê de bifiroşe.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27