ArşîvDaxuyanîNûçe

Meclîsa Kongra Star,li beranber êrîşên hovane li ser ax û herêmên me banga hevgirtina jinan û bilindkirina asta têkoşînê kir

Di salvegera pêncemîn ya êrîş kirina  dewleta Tirk ya  dagirker li ser kantona Efrînê de Kongra Star bi daxuyaniyekê şermezar kir daxuyanî wiha bû:

Dewleta Tirk , dewleteke qirkere , zihniyeta wê hertim dagirkeriya dewletên cîran bike û xaka xwe berfereh bike bi bihaneya paristina ewlekariya xwe ya necetperest ev yek jî dikeve xizmeta berjewendiyê sîstema kapîtalîzmê û pêkanîna pirojeya Rojhilata Navîn ya mezin.

Di  /20,ê miha Çile 2018,an de di demjimêra 4 de dewleta Tirk ya faşist û komên çete yên çekdar ve  ku bi rengekî hovane bi/72/balefirên şer êrîşî  bajarê aşitiyê ,bajarê jinê kir ,lê rastiya siyaseta dagirkeriya faşîzimê  û ،  zihniyeta hukmeta AKPê û MHP ve derket holê,ku hertim xewin û xeyalên Osmaniya ya mîsaqa milî pêkbînin.Ev êrîş û dagirkerî bi îtîfaqa dewlet û rêjîmên navdewletî pêkhat da ku pîlanên qirêj yên parastina berjewendiyên xwe biparêzin û siyaseta perçekirina Rojhelata Navîn  bicih bînin û serweriya xwe li ser herêmê feriz bikin bi van êrşan xaka Sûriyê û Kurdistan dagirbikin û vê dagirkeriyê ber fireh bikin da ku aloziya xwe ya aborî   ya hundirîn  derbasî welatên cîran bike bi itîfaq û bazareke navnetewî  bi teybet di navbera dewleta Tirk û Rûsiya ve li beramberî çavên civaka ewlekariya navnetewî û rêxistinên mafên mirovan ve hat kirin û hîn jî tê kirin,

Kongra star îşaret bi berdwamiya van êrîşan ku heya roja îro bi hemû şêwazên şer ve bi ser mirov û hemî zindî û xwezayê ve dimeşîne kir û wiha diyar kir

ev êîrş û dagirkerî jî berdewame bi hemû şêwaz û  çekên qedexekirî ku sivîlan dike armanc û hemû binesaziyên civakê kir  armanc (Dibistan, xeste,deverên, dîrokî  mizgeft, cihên baweriyan, xwaza, hemû zindî )kirin armanc û komkûjiya mabata gundê kilotê, Mehmûdiyê  navenda bajarê Efrînê ,erebeyên Embolanseyên tenduristiyê û şehîd kirina bi dehan kadroyên tendûristiyê yên heyva Sor û sedan sivîl hatin hedefgirtin  ;da ku vîna gelê berxwedêr bişkîne  û rêveberiya xweser ya   demokratîk   û aramî û tebatiya heyî têkbibin .

herwiha Kongra Star di berdewamiya daxuyaniya xwede îşaret bi berxwedaniya bêhempa ku heya îro li beranber her cureyên êrîşan didomîne

Lê beramberî van êrîşan berxwedaniya bê hempa hat kirin , bi hemû şêwazên berxwedaniyê  seferberî hat ragihandin, û rojane destaneyên lehengiyê hatin jiyan kirin û gel bi hemû pêkhateyên xwe ve di sengerên  şer de cih girtin , hundir û derve bi yek rihê welatparêziyê  rastia gelê şoreşger derket holê bi pêşengtiya jin û ciwanan rolekî sereke hat nîşandan ev jî bi fedekariyekî qehremantiyê hat nîşandan  /58/rojan li berxweda li beranberî şer û teknolojiya/NTO/yê .

Em bi tundî van êrîş û  dagirkeriya ku bi darê zorê gelê me dayî koçber kirin şermezar dikin û bêdengiya  civaka navdewletî û meclîsa ewlekariyê û saziyên mafên mirovan jî şermezar dikin .

Bangawaziya me jî ewe ku zextê bidin ser dewleta  Tirk ya dagirker da ku dev ji êrîş û siyaseta xwe ya qirker berde û xwe ji xaka Rojava û bakur û Rojhelatê Sûriyê vekişîne û dagirkeriyê bi dawî bike .

Kongra star îşaret bi ,li beranber van êrîşên hovane dij mirovî kir û banga hevgirtina jinan û bilindkirina asta têkoşînê kir

Emê bi rêxistinbûn û hevgirtina  hemû jinan   asta tekoşîna xwe bilind bikin  heya  rizgarkirina hemû deverên dagirkirî û rakirina tola şehîdên berxwedan serdemê û yên gurzên gelan û pakrewanên ku Daêş têkbirine,  û  bi bilidkirina teêkoşînê tecrîda girangirî li ser Imraliyê bişkînin ,û rêber APO fîzîkî azad bikin , ev yek wê zindîkirina rihê rastiya gelê şoreşgere bi rihê tekoşîna şoreşa jinê û silogana:(Jin Jiyan azadî) wê serkeftinê misoger bike.

meclisa Kongra Star

20/1/2023

Back to top button