
komîta şilêr bi daxuyaniyekî nivîskî ew buyer şermezarkir, daxuyaniya komîta şilêr îro yekşem 22/1/2023’an de da, di daxuyaniyê de jî ev hat gotin:’Wekî tê zanîn dewleta tirk êrîşên xwe nedane sekinandin û rojane li ser herêmên bakûr û rojhilatê suriyê bombeyan dibarîne, bi teyareyên bê mirov û bi çek bombe dike. Û di encamê de zarokên me jiyanê xwe ji dest didin û şehîd dikevin.’
li daxuyaniya xwe ev zêde kir ‘di dîroka 18-1-2023′ an de bi balafirên bê mirov li aliyê gundê maşoqa di navbera Dêrik û Qamişlo de erebe hedef girt û bombe baran kir, û di encamê de zarokek bi navê ehmed ebd al xenî yê bi temenê xwe 12 salî perçe di serê Xwe de xwar û jiyane xwe ji dest da.
Ehmed Ebdel xenî xeyalên wî weki xeyalên her zarokî bû, kû jiyanekî xweş bi dayik, bav û hevalên xwere jiyan bike, lê dewleta dagirker ya tirkiyê xeyalên wî û hevalên dide fetisandin.’
BANGA KOMÎTÊ EV BÛ ‘Bi navê hemû zarokên bakûr û rojhilatê suriyê û hemû zarokên cîhanê em bangewaziya xwe ji hemû dewletê navnetewî yên kû li ser mafên mirovan û mafên zarokan kû li erkên xwe xwedî derkevin û pêwîste van êrîşan bidin sekinandin. Em bang hemu kesên xwedî wîcdan dikin ku bi erkên xwe rabin.Nehilin zarok werin kuştin.’