ArşîvDaxuyanîNûçe

Meclisa Kongra Star, ev bûyer encama polîtîkayên dewletên desthilatdarin

şevê din di saet 2 û nîvê şevê de buyerek xemgîn qewimîbi serê şêniyên şêx meqsudê

îro piştî bihîstina vê buyera bi êş Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyekê sersaxî ji dost û xwediyên ku di vê buyerê de jiyana xwe ji dest daye ,herwiha şifa xw silametî ji birîndaran re xwestin.

ku di daxuyaniyê de wiha dihat gotin:

Vê sibehê me bi bûyereke xemgîn roja xwe pêşwazî kir,bûyera hilweşandina avahiya li bajarê Helebê Taxa Şêxmeqsûd ya ku bibû meqseda gelê me di gelek deman de,bi taybet dema dagirkirina Efîrîn ku bi deh hezaran berê xwe danê ku dixwestin xwe ji dewleta tirk û çeteyên wê biparêzin,lê wisa xuya dike ku Heleb jî nebû cihê ewlehiyêû aramiyê  ji bo wan.Em dikarin bêjin  ku ev bûyer encama polîtîkayên dewletên desthilatdarin yên ku ji bo gelên Sûrîyê pirojên çareseriya siyasî pêşnexist.  !Mixabin ji ber encama şer û ji ber kevin bûna avahiyên taxê doh nîvê şevê avahiyek ku 5 malbat têde bi cih dibûn bi temamî hate xwarê,têde 21 kes hebûn û mêvanên ku ji Şehba jî li gel wan bûn,di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek birînda jî hene.Em  weke meclîs û  Kngra Star li cem gelê xwe yê berxwedêr yê Efrîn û Helebê ne di

her warî Kongra Star di dawiya daxuyaniya xwe de  got emê hewil bidin ku birîna gelê xwe derman bikin,her wiha pîwîste dewleta Sûriyê jî bi erka xwe rabe û bi lez ambargoya li ser Heleb û Şehba yê  rake ..Di dawiyê de em seraxiyê ji tevhî gelê xwe yê Helebê re dixwazin   di heman demê de ji hemû birînaran re  saxî û selamtîyê dixwazin.

22/01/2023

Back to top button