ArşîvÇalakî

Koordînasyona Kongra Star a kantona Kobanê, ji bo nîqaşkirina encamên 9’emîn kongreya xwe civînek li dar xist

Koordînasyona Kongra Star a Kantona Kobanê ya herêma Firatê, civîneke berfireh ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn - jin re, ji bo nîqaşkirina encamên 9'emîn kongreya Kongra Star li dar xist.

Di civîna ku îro Duşem 23/01/2023`an de li salona civînê ya Navenda Asayîşa Hundirîn – Jin, ku hat li darxistin bi dehan endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn û Berdevka Kongra Star a Rojava Rehan Loqo jî beşdarî civînê bû.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên şoreşê destpê kir û ji bo axaftina destpêkê endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Kobanê Zozan Bekir kir, di axaftina xwe de got: îro em li vir bi her re dicivin ji ber ku me 9’emîn kongreya xwe li darxist lê mixabin ku tevhî jin nikarîn beşdarî kongrê bibin, ji bo wê jî em civînên berfireh li dardixin û nîqaşdiki.’  .”

Piştî bidawîbûna axaftina endama kordînasyona Kongra Star a kantona Kobanê, perspektîfên  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê birêxistinkirina jinan di hemû qadan de hatin xwendin nûçegîhana kanala “Jin TV”, ew jî ji aliyê Brçem Cûdî ve hat xwendin, û sinfezyonek li ser Rêber Abdullah Ocalan hate pêşkêşkirin.

Rapora kar û xebatên kongra star ya du salan hat xwendin, û sinfezyona kar û xebatên kongra star yu du salan hat pêşkêşkirin.

Di dawî yê de encamên 9’emîn kongreya Kogra Star hatin xwendin.

Civîn bi qîrîna dirûşmên “JIN, JIYAN, AZADΔ ji aliyê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bi dawî bû.

Back to top button