Arşîv

Jinên Şengalê: Efrîn ji dagirkeran re namîne

 Jinên Êzidî yên Şengalê derbarê rewşa Efrînê ya herî dawî de anîn ziman ku niha li wir zilm û zordestî didome û gotin:”Me hêviya xwe winda nekiriye. Efrîn ji dagirkeran re namîne.”
Jinên Êzidî yên Şengalê derbarê rewşa Efrînê ya herî dawî de bi lêv kirin ku ew ê heta dawî ji bo têkoşîna doza Kurd têbikoşin û ji bo rizgarkirina Efrînê hêviya xwe winda nekin.
Jina bi navê Fayiza Xidîr got:”Bila dijmin bizanibin ku em ê tu carî serî netewînin, heta dilopa xwînê ya dawiyê jî em ê berxwe bidin. Dê ev yek ji dagirkeran re nemîne.”
‘Em ê her dem li dijî vê zilmê bisekinin’
Suad Hisên jî diyar kir ku dilê wan her bi Efrînê re ye û got:”Dewleta tirk bi tank û topên xwe êrîşî Efrînê kirin û bi sedan mirov hatin qetilkirin. Her wiha bi sedhezaran mirov jî koçber bûn. Gotin em ê demokrasiyê bînin Efrînê lê îro li Efrîne her roj mirov tên revandin, îşkence li wan tên kirin û tên kuştin. Niha kesên ku Efrîn dagir kirine zilmê bi taybet li jinan dikin. Em ê her dem li dijî vê zilmê bisekinin.”
Back to top button