ArşîvHevpeyvîn

Beşdarên kongreya kongra Star ‘Encamên kongrê dê daxwazên jinan pêk bînin'”

Jinên ku beşdarî nehemîn Kongreya Kongra Star bûne girîngiya xebatên tevgera jinan a “Kongora Star” nirxand in. tekez kirin ku ku "Encamên kongrê dê daxwazên jinan ên li hemû deverên cîhanê pêk bînin.'

Kongra Star di 18’emîn salvegera damezrandina xwe de bi dirûşmeya ‘Bi Rihê têkoşîna  şoreşa jinê emê serhildana jin, jiyan Azadî bi ser bixin’, 9’emîn kongreya xwe lidar xist. Hezar jin beşdarê kongrê bûn, di kongrê de me bi jinên beşdar re hevdîtin kir, endama Mala Êzidiyan a kantona Hesekê Nalîn Reşo, Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê ya Herêma Firatê Felek Yûsif û Werde Şêx. Endama Kongra Star ku ji pêkhateya Ereb a herêma Şehba ya rizgarkirî ye, axivîn.

Endama Mala Êzidiyan a kantona Hesekê Nalîn Reşo kêfxweşiya xwe ji beşdarbûna di kongreya nehemîn a Kongra Star de anî ziman û wiha got: ‘Em gelek kêfxweş in ku em amade û beşdarî nehemîn kongreya Kongra Star dibin. Di civakê de jin xwedî roleke girîng û bingehîn e û ev kongreya ku hat li darxistin vê yekê  piştrast dike ku jin bi gelek çalakiyan dikarin rabin û têkoşîn û berxwedanê bidomînin.’

 ‘9’emîn kongreya me wê bibe dermanê her êşekê’

Ji bo pîrozkirina rol û girîngiya lidarxistina kongrê, got: ‘lidarxistina nehemîn kongreya Kongra Star wê ji êşa hemû jinan re bibe derman û bibe mînak û bigehên stratejîk. Her wiha bal kişand ser komkujiyên ku di dîrokê de li ser jinan hatine kirin û êşên ku ji ber zîhniyeta desthilatdar hatine kişandin.’

Kêfxweşiya  xwe bi tevlîbûna vê kongrê û kombûna  hezar jin li hola kongrê anî ziman, îro em li vir hezar jinên ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji (Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez, Êzidî) li vir kom bûn. ji bo em bi riya kongrê nêrînên xwe bînin ziman û bigihêjin pêşniyar û encamên ku weke jin alîkariya me bike di avakirina civakê de û ji bo parastina xwe, di her warî de (rêxistinî, leşkerî, siyasî, xweparastin û hwd.) û  berxwedanê bidomînin.’

Ji aliyê xwe ve Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê ya Herêma Firatê Felek Yûsif bi lidarxistina nehemîn kongreya  Kongra Star bi beşdariya bi sedan jinên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Got: îro em vê kongrê bi tevlîbûna hezar jinî ji hemo heremên Bakur û Rojhilatê Suriyê bi coş û serbilindiyek mezin pêşwazî dikin  piştî tekoşîna bi salan û bidestxistina gelek destkeftiyên dîrokî. gavên ku hatine avêtin pir in û ev yek bi nirxandinên beşdar û delegeyên kongrê ji kar û xebatên tevgera jin  kongra star ya du salan diyar dibe;  Bi pêşniyarên çareseriya pirsgirêkan, têkoşîna jinan, bidestxistina azadiya jinê, azadiya civakê û azadiya Rêber Abdullah Ocalan.’

Têkoşîna jinan cîhanî ye

Ji bo dest nîşankirina dîroka damezrandina Kongra Star û dîroka têkoşîna jinan wiha got: ‘Tevgera jinên Rojava beriya niha bi salan dest bi têkoşîna xwe kir û di destpêkê de bi navê ‘Yekîtiya Star’ hate binavkirin û jinên Kurd di nava Herêma Rojava,  bi rêxistin kir. lê piştî şoreşa Rojava dest bi birêxistinkirina jinan ji hemû pêkhateyan kir û bi berfirehbûna rêxistinbûna jinan û tevlîbûna jinan di nava tevgera jinan de, navê tevgerê hate guhertin ji “yekîtî bû kongr” û têkoşîna jinan bû têkoşînekî gerdûnî.’

‘gavên dîrokî’

Ji bo zelalkirina mekanîzmaya xebatên Kongra Star li Kantona Kobanê; Li kantona Kobanê, Kongra star bi salane berê xwe da civakê û di nav civakê de jinên Kobanî di hemû waran de û saziyên sivîl û dadwerî di komunan de û di warê parastinê de dest bi rola pêşengiyê kirin. Li gel wê saziyên tenduristî û aborî jî ku jinan gavên dîrokî avêtine; Ya girîngtir jî projeya netewa demokratîk û sîstema serokatiya hevbeş ku ji bo hemû cîhanê bûye mînak û sembol û jin di vê sîstemê de roleke sereke û girîng dileyîzin; Ji ber vê yekê şoreşa Rojava weke şoreşa jinê hate pênasekirin.’

Li nirxandina xwe jî zêde kir ku di kongreya nehemîn de û bi pêşniyar û çareseriyên ku hatine pêşkêşkirin, kongra dewlemendtir û cihêrengtir bûye û dest bi avêtina gavên mezintir kiriye. Û ji bo diyar kirina zehmetî û hestasiyeta pêvajoyê, û lidarxistina kongrê di vê pêvajoyê de, tê zanîn ku jin û herêm di qonaxeke gelek hesas û dijwar re derbas dibin; Bi taybetî jinên pêşeng ên tevgera jin û civaka wê yên ku dibin hedefa hêzên komploger, ev hêzên komploger û serdest ji hêz û vîna jina azad û rêxistinkirî ditirsin; Jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin ji ber ku dibînin ku jinên têghiştî û hişmend ji bo wan û siyaset û hêza wan xeteriyeke mezin e.’

Di nirxandina xwe de cih da gotina Rêber Abdullah Ocalan a li ser pêşketina jinan di civakan de û got, ku Rêber Abdullah Ocalan di derbarê jinan de dibêje: ‘Bi şikestina jinan di civakan de civak paşve çûye û dema ku  jin bigihêjin azadiya xwe. civak azad bibe.’ Piştrast kir ku ew ê di şopa şehîdên azadiyê de têkoşîna xwe bidomînin. Berxwedana Rêberê Abdullah Ocalan a zêdeyî 2çerxan li Girava Îmraliyê ku ew girav kir dibistana perwerdekirina civak û jinan; serok AOP hevrêya yekemîn a jinê bû.’

‘têkoşînê mezin bikin’

Di dawiyê de wê bang li jinên cîhanê kir ku têkoşînê mezin bikin û wiha got: “Têkoşîna me bûye têkoşîneke cîhanî, lê ji ber ku têrê nake divê leza têkoşînê mezin bibe. Divê em bibin yek, destên xwe bidin hev, perwerde bikin. ji bo ku bi azadiya jinê re  xwe bigihînin civakeke azad.’

Her wiha Werde Şêxo, endama Kongra Star a ji herêma Şehba ya rizgarkirî û ji pêkhateya Ereb, nêrîna xwe derbarê beşdarbûna xwe di nehemîn kongreya Kongra Star de anî ziman.

Werda Şêxo di destpêka axaftina xwe de lidarxistina nehemîn kongreya Kongra Star di 18’emîn salvegera damezrandina xwe de li hemû jinên cîhanê pîroz kir û lidarxistina kongrê diyarî Rêber Abdullah Ocalan kir.’

Di berdewamiya axaftina xwe de behsa têkoşîna tevgera jinan a ji dema ku weke Yekîtiya Star dihat naskirin heta roja îro, di destpêkê de hejmara jinên ji bo azadiyê têdikoşiyan hindik bû, lê îro hejmara wan zêde bûye û jinên ji hemû pêkhateyan li ber xwe didin. li dora fikra neteweya demokratîk kom dibin.’

‘Zanekirina jinan yek ji tiştên herî girîng e ku em li ser disekinin’

Di çarçoveya nirxandina çalakiyên Kongra Star ên li herêma Şehbayê de, bal kişand ser rola û wiha got: “Tevî ku êrîş ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser herêmên me berdewam e, em weke tevgera jinan gelek çalakî û perwerde, bi taybetî perwerdekirina jinan radibin, ji ber serdestiya zihniyeta desthilatdar, ji bo jin rastiya xwe nasbikin û bighêjın  cewhera xwe, em van çalakî û komxebatan bi taybetî di 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li dar dixin û ji ber şert û mercên aborî yên ku herêm tê re derbas dibe, em giraniyê didin projeyên aborî. Ji bi giştî hereman  û herêmên dorpêçkirî bi taybetî.’

‘perwerdeya mêran’

Ji bo girîngiya vekirina dewreyên perwerdeyê yên ji bo mêran ji bo guhertina zihniyeta mêraniyê. Di van demên dawî de ji bo guhartina zihniyeta  mêran û fêrî heqîqet û cewherê jinê bibin me dewreyên perwerdeyê vekirin yên mêra vekirirn.’

‘çalakiyên Zarokan’

Li nirxandina xwe çalakiyên ku ji bo zarokên koçber tên organîzekirin zêde kir, ew zarokên ku ji ber şert û mercên şer ên ku herêm têre derbas bûye re jı bo wan çalakiyan li dardixin û em hîn jî di rewşa şer de ne; Em hewl didin xwe bigihînin hemû zarok û sêwiyan da ku di çarçoveya çalakiyên şahiyê de ji bo wan çalakiyên taybet li dar bixin.’

‘Encamên kongrê dê daxwazên jinan pêk bîne’

Werda Şêxo, di dawiya axaftina xwe de girîngiya encamên kongrê nirxand. Îro bi rêya vê kongrê bi beşdariya hezar jinên ji hemû pêkhateyan, em ê gavên pratîktir bavêjin û hemû daxwazên xwe bi encamnameyên kongrê pêk bînin û ev encam ne tenê para jinên Rojava be; Berovajî vê yekê wê bibe para hemû jinên ji çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê, di dawî de  daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan û azadiya jinên hemû cîhanê kir.’

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27