
Piştî li darxistina 9emîn civata Kongra Star ku di 15ê çileya 2023 an de li herêma cizîrê hatibû li darxistin hema di piştî wê re koordînasyona Kongra Star li hev civiyan û pilansaziya ku civata 9,emîn bikin para hemû civakê ,lewma hat pîlankirin ku ev kongreya hatiye li darxistin bi pêşengiya Koordînasyona Kongra Star û rêvebirên herêm sazî û dezgehên xweser xw giştî li ser asta Bakur û rojhilatê Suriyê bi rêya civînan naveroka Kongrê û biryar herwiha encamnameya ku têde hatiye bi encamkirin were ragihîn û agahdarkirin.
Civîn bi deqeyekê rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan hatin rawestîn di pişre jî dest bi nirxandina naveroka Kongreya 9 ,emîn a Kongra Star hat vegotin civîna ku Duh lı herêmên rizgarkirî bajarê Tepqa,,Reqa Dêra-zorê ji partiya Suriya Pêşeroj û Kombûna Jinên Zenûbiya , meclisa sivîl û îrojî li heman herêmê ji rêvebir , cîgir û xebatkarên Rêveberiya Xweser re civînên ragihandina naveroka civata 9emîn a Kongra Star hat vegotin ku di civînan de bi dehan ji rêvebir û xebatkarên Partiya Suriya Pêşeroj herwiha Kombûna Jinên Zenûbiya û Rêvebir û Xebatkarên di sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de beşdar bûn , ku ev civîn ji aliyê kordînasyonên Kongra Star û rêvebirên wan sazî û herêman ve dihatin li darxistin.
Di piştrejî, Sinefizyona kar û xebata du salan a Kongra Star ku di Kongrê de hatibû pêşkêş kirin di van civînan de jî hat pêşkêş kirin.
Di dawiyê de civîn bi bilind kirina duruşmeya Jin Jiyan Azadî hatin bi dawî kirin.