ArşîvÇalakî

Kantona Qamişlo.. Kongra Star encamên nehemîn kongreya xwe nîqaş dike

Kongra Star a bajarê Qamişlo ji bo nîqaşkirina encamên nehemîn kongreya rêzecivînên girseyî li dar xist.

Kongra Star di 15.01.2023’an de bi dirûşmeya “Bi tekoşîna şoreşa têkoşîna jinê,emê serhildana  ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ bi ser bixin. Kongra ku hem wextî salvegera damezrandina xwe de pêk hat û tê de 1000 jin ji hemû sazî û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkhateyên wê beşdar bûn û bi gelek encamên  girîng ên ku dê di salên pêş de bikevin pratîkê bi dawî bû.

Di vê çarçoveyê de Kongra Star bi armanca nîqaşkirina pêkanîna van encamnameyan de, dest bi civînan kir.

Qamîşlo:

Civîna ku îro Çarşem 1/2/2023’an li hola Zana ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin û tê de wêneyên şehîd Viyan Soran û pankarteke bi nivîsa “Jin, jiyan, azadî” hatin daliqandin.

Endamên Kongra star û endamên komînên bajêr beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeye rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir, piştre jî perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê şoreşa jinan û serhildana wan li hember neheqî û koletiyê û destpêkirina meşa têkoşîna rizgariyê de û xwendina rapora kar û çalakiyên Kongra Star di du salên borî de ku rewşa siyasî, rewşa jinan, rewşa rêxistinî, Xebat û çalakiyên wê , ji aliyê endamê Kordînasyona Kongra star a  kantona Qamişlo Ibtisam El-Hisên ve hate xwendin.

Piştre jî senfezyonek derbarê kar û çalakiyên Kongra Star piştî lidarxistina heştemîn kongreya xwe hate pêşandan.

Navçeya Amûdê:

Kongra star a navçeya Amûdê îro Çarşemê jî heman civîn li navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li dar xist, û hemû endamên meclîs, sazî û komînên navçeyê û bajarokên Caxir, Sincaq, Tobo û Topuz. beşdarî civînê bûn.

Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, pişt re perspektîfên Rêber Abdullah Ocelan û rapora li ser çalakiyan ji aliyê rêvebera komeleya perwerdeyê ya li navçeyê mamoste Hana Xalid ve hate xwendin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27