Arşîv

Li Qamişlo mala pîran hate vekirin

Desteya Jinan a Qamişlo mala pîran vekir. Mala pîran ji bo xwedîderketina li jinên ku bi tena serê xwe mane dê bixebite.Ji destpêka avabûna wê ve Desteya Jinan a Kantona Cizîrê ji hemû aliyan ve bi dozên jinan re eleqedar dibe. Deste bi dozên civakî, aborî, çandî û qanûnî re mijûl dibe. Her wiha ji bo jinan projeyên taybet pêk anîn. Girîngtirîn projeyeke Desteya Jinan, vekirina Mala Pîran e. Desteyê di 7’ê Adara 2016’an de yekemîn car li ser asta herêmê û Bakurê Sûriyeyê li bajarê Qamişlo Mala Jinan vekir.

Mala Pîran li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi navê şehîd Viyan hatiye vekirin. Niha 4 pîr di vê malê de dijîn.

Destya Jinan bi armanca xwedî derketin û parastina jinên ku ji ber rewşên şer û ji ber pirsgirêkên derûnî û bedenî bê xwedî mane û pêwîstiya wan bi alîkariyê û miqatebûnê heye, mala pîran vekiriye.

Deste ji bo pêşwazîkirina pîran hindek şert danîne jê; divê temenê jinepîra were pêşwazîkirin di 55 sal û jor de be, divê xwediyê pîrê tune be û her wiha divê keşfek civakî û tenduristî ku rewşa wê xuya dike pêşkêş bike û nexweşiyên vedigirin pê re tune bin.

Di malê de 4 jin dixebitin û her wiha bi awayekî asayî bijîşk serdana malê dikin û rewşa pîran  dişopînin.

Pîrên di malê de dijîn ji nexweşiyên şekir, nexweşiya tenikbûna hestiyan, xemgînî, nexweşiyên dil û her wekî din gazincan dikin.

Heta niha ji destpêka vekirina wê de, malê 12 jinepîr pêşwazî kirine. 4 jin ji ber nexweşiyên xwe jiyana xwe ji dest daye û 4 ên din jî piştî gihaştina bi malbata wan re vegerîn malên xwe û niha tenê 4 jin mane.

Pîrejina bi navê Emîre dema xwe li malê bi çêkirina rîs û karê destan diqedîne û nexweşiya şekir îradeya wê neşikandiye.

Berpirsa malê Suad Mistefa destnîşan kir ku vekirina Mala Pîran erkeke mirovî û civakî ye. Suad bang li hemû şêniyên Qamişlo kir ku xwedî li pîrên xwe derkevin û ji kiryarên neexlaqî yên li dijî kevneşopiyên civakî dûr bikevin.

Back to top button