ArşîvÇalakî

Kongra Star a Kantona Kobanê, sersaxî da malbatên şehîdan

Kongra Star a kantona Kobanê ya Herema Firatê beşdarî konê sersaxiyê yê ku ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve li goristana şehîd Dijla hatibû vedan, bû.

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şehîdên Hêzên Parastina Gel ku li qadên parastina mediya şehîd bûne konê sersaxiyê veda.

Îro Çarşemê 1/2/2023’an Kongra Star a Kantona Kobanê ya Herêma Firatê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Beriya destpêkirina merasîmê, beşdarên jin û mêr ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz girtin. Piştre endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Kobanê Zozan Bekir axaftinek kir û di destpêkê de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û li ber mezinahiya şehîdan bejina xwe ditewînin û ji hemû kesên amade re sersaxiyê dixwazin, Ji hemû sazî û meclîsan re û em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re li her devereke Sûriyê bi taybet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku rastî her cure êrîşan tên dixwazin.

Dagirkeriya Tirk heta roja îro li ser hebûn û tinebûna gelê Kurd nîqaşan dike. Îro hevdîtinên dewleta Tirk ji bo ji holê rakirina projeya neteweya demokratîk e û biratiya gelan a ku li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê re, bi awayekî aştiyane tê jiyîn, ev erdnîgarî ku rastî gelek qeyran û pirsgirêkan dihat.

Belê, vê projeyê hemû planan pûç kir û nakokiyên bi sed salan berdewam kiribûn ji holê rakir, ji ber ku hewl didan ku rejîmên xwe yên otorîter ên dagîrker bi cih bînin.

Ji bo pûçkirina her cure komployên ku li dijî gelên herêmê tên meşandin, tekezî li ser şopandina rêya şehîdên şoreşê kir.

Di dawiya axaftina xwe de tekezî pê kir ku bi şopandina riya şehîdan 3u bilindkirina asta tekoşînê wê serkeftin misoger be.

Piştre çend gotin hatin  kirin û kona sersaxiyê bi qîrîna dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27