Kongra Star bi hevahengiya bi partiya yekîtiya Demokratîk PYD’ê re dest bi kampaniya çalakiyên 15’ê sibatê kirin.
Îro şemî 4/2/2023 ‘an, Kongra Star û PYD’ê dest bi rêze semîneran kirin. Semîner îro li navenda çsn û huner ya bajarê Kobanê bi amadebûna endamên partiyên siyasî, saziyên rêveberiya xweser, komîteya tendurustî, endamên komîn û meclisan û kongra star.
Li hola ku semîner hat dayîn pankartek li ser dûrişmeya ‘DEM DEMA AZADIYA RÊBER APO YE EM KOPLOYA NAVNETEWî A 15 ŞIBATÊ ŞERMEZAR DIKIN’, hatbû nivîsandin, daliqandî bû.
Semîner bi deqeyek rêzgiritn ji bo giyanê şehîdên azadiyê rawestiyan, pişt re endama kordînasyona kongra star ya herema firatê, Zozan Bekir ve axaftin hate kirin Zozan wiha axaftina xwe dest pê kir û got: ‘Ev 24 salin di şexsê rêber APO de li ser tevahî gelê kurd û her wiha tevahî gelên ku ji bo azadiyê têdikoşin heya vê kêliyê ev komploya navnetewî tê meşandine, bi armanca şermezkirina em semîneran didin.’
Zozan wiha li axaftina xwe zêde kir hêzên komploger dixwazin felsefe, fikir û ramanên RÊBERTÎ yên ku ji bo netewa demokratîk, Rojhilata Navîn tevahî gelan pêşkêş kirî qut bikin, û ji civakê dûrbixin, di Heremên Bakur û rojhilatê Suriyê projeyên RÊBERTÎ ketin meryetê, gelên heremê nasname, hebûn, biratiya gelan, netewa demokratîk û azadiya jin û civakê misoger kir, dîsa êrîşên hovane ku li ser gel û heremê pêk tên didin diyar kirin ku ji rastiya heyî ditirsin, ji lewra tecrîdê li ser RÊBER APO giran dikin.’
Di berdewamiya axaftina xwe de jî anî ziman ku gelên Bakur û Rojhilatê Suriyê bi hev re jiyan dikin, parastina axa xwe dikin, xeta zadiyê parastin.’ Tekez kir ku ji her wextî bêtir pêwîstî hevgirtin, û tekoşîn dana meşandinê heye, ji ber ku hetanî Rêber Apo azad nebe wê kurdistan jî azad nebe.’
piştî axaftina endama kordînasyona kongra star, Zozan bekir, Sînefezyonek ku Rêber Apoi li ser Kompiloyê di axive hate pêşkêş kirin. Pişt re ji aliyê endamê meclisa PYD’ê Bekir Hec îsa axaftinek hate û got: em komploya li ser Rêbrê Xwe şermezar dikin û hemû kesên ku destên wan di vê pîlanê de hebû ku Serokê gelê me, Serokê wekheviyê, dêmokratiyê, ku dîl hatiye girtin em şermezar dikin dema ku em behsa serok APO dikin wekhevî, edalet, tekoişîn, rizgarî doza hebûna gelan tê bîra mirovan, serokatî gelek ji wendakirinê û qirkirinê rizgarkir, ji bo wê jî em dibên Serok xewn û xeyalên gelê me gelekî mezin kir,em hêz ji şehîdên xwe û ji berxwedana Serokatî digirin.’
Di dawiyê de soza têkbirina tevahî planên dewletan û azdiya fîzîkî ya RÊBER APO DA.
Semîner bi duruşma ‘Bijî serok Apo’, ‘Bê serok jiyan nabe’ bi dawî bû.