ArşîvHevpeyvînPerwerde

Perwerdekarên dewreya Şehîd Evîn bal kişandin ser girîngiya dewreyên ku jinan bi kesayeta xwe bide naskirin

Perwerdekarên di dewreya perwerdeyê ya girtî de ku ji aliyê Kongra Star û Komîteya Perwerdeyê ve li kantona Kobanê hate vekirin û ev yek ji bo wan sûdmend e, her wiha dan diyarkirin girîngiya dewreyên bi vî rengî ku jin kesayeta xwe bi fikir û felsefeya Rêbertî ji bo azadiya jinê nas dike.

Kongra Star û Komîteya wê ya Perwerdeyê bi vekirina dewreyên perwerdê yên vekirî û girtî, balê dikişîne ser pêşxistina aliyê bîrdozî yê jinan, ev dewre li ser bingehên gelek  dewlemend pêk tê, di nav de hevjiyana azda, têghîştina  jinê ji cewherê xwe û rola wê di rêvebirina civakê de.

Li ser vê bingehê Kongra Star û Komîteya wê ya Perwerdeyê li kantona Kobanê û navçeyên wê dewreyên perwerdeyê ji jinên ciwan û jinan re vedike û di dewreya herî dawî ku hatî vekirin de 19 jinên perwerdekar ji hemû saziyên sivîl ên herêmê tevlî dewreya dawî ya perwerdeyê ya girtî ku di 20’ê Çile de hate vekirin bû.  û ev dewre dê mehekê girtî berdewam bike.

Dewreya perwerdê bi navê şehîd Evîn Goyî, endama Konseya Civaka Kurdistanê, ku di 23.12.2022’an de li gel hunermend Mîr Parwer û kesayetiyê welatparêz Ebdulrehman Kazal di duyemîn komkujiya Parîsê de şehîd bibûn, hate binavkirin.

Naveroka perwerdeyê li ser çend mijarên girîng hatiye avakirin, yên herî girîng ev in: girîngiya perwerdê, civaka xwezayî, têkoşîna zayendî, dîroka tevgerên jinan ên navneteweyî û ereb û jinên kurd û têkoşîna jinan. Tevgera Kongra Star li rojavayê Kurdistanê ev dewreya perwerê ji aliyê endamên Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star ve tê birêvebirin.

dwereya perwerdeyê rojê heşt saetan dewam dike. Di dersên ku perwerdekar distînin de, li ser girîngî û rola jinê ya di rêvebirin û pêşengiya civakê de, serdestiya zihniyeta desthilatdar a mêr a li ser jinan, bêparkirina jinan û têkoşîna jinê  li dij zîhniyeta serdest û rola tevgerên jinan di têkoşînê de; rola jinê di parastina cewherî  ya  di civakê de; Ji bo dewlemendkirina dewreyên perwerdeyê û rêbazên wê, peşkêşkirina sinfezyon derbarê tevgerên jinan de û belgefîlm tên pêşkêşkirin.

Rêvebera Akademiya Şehîd Şîlan, Hedla Xelîl li ser mekanîzmaya karkirina akademiya xwe ya  xweser û dewreyên perwerdeyê yên ku vedikin, axivî.

Di destpêkê de ev got: ‘ di Akademiya Şehîd Şîlan de em dewreyên perwerdê xweser yên vekirî û girtî vedikin, ev perwerde hem bîrdozî hem jî siyasî ne .’

Wê bal kişande ser dewreya dawî ya perwerdeyê ku li herêmê hat vekirin û wiha got: ‘Me li ser navê şehîd Evîn Goyî dewreyek girtî vekir û 19 endamên meclîs, komîn û endamên Kongra Star tevlî bûn, prwerdekar di pêvajoya perwerdeyê de û hêsaniya wê û hemû dersên ku tên dayîn de roleke girîng dilîzin. Tevahî waneyên ku tên dayîn girîng in ji naskirina ” dîroka welatê xwe’,  girîngiya perwerdeyê û çima perwerde di jiyana kesayet û jinan de girîng e.”

“gaveke girîng”

Dirêjî da axaftina xwe, wê got:’Ev dewreyên perwerdeyê ji bo her kes kesayeta xwe nas bike, kesayetek azad ava bike û cudahiya di navbera maf û erkên xwe de fêr bibe gaveke girîng e.’

Di dawiya nirxandina xwe de bal kişand ser cudahiya  di navbera kesên perwerdekirî û kesên ku dewreyên perwerdeyê nedîtine de û wiha got: ‘Piştî qedandina dewreyên perwerdeyê, ferd xwe û civaka xwe nas dike û jin di nava  civaka xwe de  dikarin  bi awayekî  têghiştî kar bikin.’

Ji aliyê xwe ve Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya çelebiye ya girêdayî Kantona Kobanê ya herêma Firatê, Cîhan Elî rola perwerdeyê di pêşxistina ramana mirov di hemû aliyan de nirxand û got: Îro em perwerdeyek bîrdozî  dibînin. û min xwest ku ez perwerdeyek weha werbigirim ji ber ku ez  piştrast im ku Mirov bêyî ku xwe perwerde bike pêş nakeve; Bi taybetî jî jina ku ji destpêka dîrokê heta roja îro êş kişandiye, ji ber serdestiya zîhniyeta li ser wê,  jin di çend qonaxan re derbas bûye û bûye kole û îro jî bi vê perwerdê re gelek cudahiyên ku me dijiyan dît in.’

Nirxandina xwe li ser girîngiya perwerdeya jinan berdewamkir; Dema jin derbasî dewreyekî perwerdê ya girtî dibe, fêrî gelek tiştan dibe,  di heman demê de têdigihîje ku ew çi ye; Her wiha ji rastiyên ku bi salan ji destê wê hatine talankirin nas bike, ji bo ku bibe şoreşgera lêgerîna azadî, demokrasî, edalet û wekheviyê û mafên me yên jinan çi ne.’

Ji aliyê xwe ve endama beşa lêkolînê ya avê li şîrketa avê ya kantona Kobanî Evîn Xalid got. Em di dewreyeke perwerdê re derbas dibin ku tê de gelek ders hene û  me weke jin bi dîroka civakê û civaka xwezayî, dîroka jinê û awayê jiyana ferdekî di nava civakeke komînal a bê ferdperestî de dide nasîn; Û ev rêbaz ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve di  paraznameyên xwe de pêşkêşkirine.’

Têkoşîna jinan gerdûnî bû;  balbikşîne  li ser têkoşîna jinê ya li hemû qadan û di mijara azadiya zayendî de, wergirtina dersên bîrdozî; Têkoşîna jinê ya di dîrokê de, tevî ku ji bo hînbûn û perwerdekirinê be jî; Bi zanîna gavên ku jin her dem û li her derê diavêje di hemû aliyên jiyanê de, di heman demê de, xebat û beşdarbûn û rêxistinkirina civakan de. ‘

Û tekezî li ser perwerdekirina jinên ciwan kir, da diyarkirin ku girîngiya perwerdê ji perwerdekirina ciwana tê, ji ber ku civak bi perwerdekirinê bipêşdikevin. Ev tişt jî bi gotina rêber Abdullah Ocelan pişt rastkir, ku Rêbetî perwerdê ji nan û avê girîngtir dibîn.’

Rexne li ser nezanîna gelê Kurd ji dîroka xwe re kir, girîngiya vê dîrokê û girîngiya  fêrbûna  her ciwan û jinek ciwan ji dîroka xwe re.’

Di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bişopînin û xwe bi vê ramana ku banga azadî û demokrasiyê  û azadiya jinê dike bi çek bikin. û vê ramanê bikin ramanek gerdûnî.’

Back to top button