ArşîvDaxuyanî

Meclisa Kongra Star piştî kongreya 9`emîn yekemîn civîna xwe li dar xist

Piştî Kongerya 9`emîn Meclisa Kongra Star di 01- 02-2023'an de bi amadebûna hemû endamên sazî û komîteyên jinan ên kanton Qamişlo, yekemîn civîna xwe li darxist. Di civînê de gelek xal hatin nîqaşkirin. Di nav de vekirina dewreyên perwerdeyê yên navendî û destpêkirina kampanya ekolojiyê li herêmê bi giştî. Her wiha Rîhan Loqo bû berdevka Kongra Star

Civina meclisê, li ser berfirekirina xebatên rêxistinî, perwerdekirin, piroje û çalakkirina hêza jin hate lidarxistin.

Xalên sereke yên bûne rojeva civînê ev in:

1- Nirxandinên dorfireh û veguhestina kongreyê li hemû herêman, gund û bajaran, rêxistin, sazî û Desteyên Rêveberiya Xweser.

2- Plansaziya 6 mehan ji hemû meclisên kanton, şax û saziyan hate danîn.

3- Nirxandin û plansaziya li darxistina Konferansa Mala Jinan di nav şeş mehan de.

4- Plansaziya Çalakiyên 8’ê Adarê hate nîqaşkirin.

5- Destpêkirina kampanya ekolojiyê li her deverê were kirin.

6- Vekirina dewreyên perwerdekirina navendî.

7- Li ser komîteyên nû yên hatine avakirin, werin nîqaşkirin û bên danasîn.

Bi giştî hate ziman ku di rewşekî wiha awarte de, bi beşdarbûna hazar jinan, ku ji her deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Ewropayê ne bi awayekî serkeftî Kongreya  9`emîn li dar ket. Li bajarok û bajaran ragihandina wê, moral û coşeke mezin daye gel û jinan.

Di heman demê de di kongreyê de plansaziyeke berfireh hate danîn. Perwerdekirin, guhertin û veguhertina zihniyeta baviksalarî di milê pîşeyî û fikrî de, pêşxistina jinan, ji bo çareserkirina aboriya jin, pêşxistina proje, xurtkirina sazî, komîte û dezgehên heyî hatin nîqaşkirin û gelek biryarên têkildarî hatin girtin.

Di heman demê de li ser hevgirtin, alîkarîkirin û hev tamamkirina komîte û navenda jinan jî hatiye rawestandin. Bi taybet li ser giringî û sînerjiya ku jinan bidin hev û rengê jinan hîn pirtir di rêxistin, sazî û dezgehan de were tayîsandin, hatiye sekinandin.

Bîryardariya bi rengê jinan li ser pêşxistina sîstema giştî hatiye sekinandin. Bi rengê jinan ekolojî bê pêşxistin, çanda çandina daran, pêşxistina aborî û rêxistinî bi bîryardariyeke xurt hatiye raberkirin.

Hatiye ziman ku pêwîst e ji vê pirtir li ser perwerdeya jinan were sekinandin, asta civakê jî bi asta jinan re were pêşxistin. Bi taybet li ser perwerdeya zarokan were sekinandin, ji bo guhertin û veguhertina hişmendiya baviksalariyê dewreyên perwerdeyê werin vekirin.

Ji bo pêşxistina malbata demokratîk li ser bingeha hevjiyana azad plansazî werin pêşxitin.

Bi taybet jî diyariya kongreyê ya ji bo şehîdên Rojhilatê Kurdistan û Îran, coş û manewyeteke cuda di gel û jinan de daye avakirin, nexasim jî li ser piştgiriya jinên welat û heremên cuda hatiye sekinandin.

Cardin kongre wekî komkirina keda hemû jinan hatiye dîtin û di kongreyê de hewl hatiye dayîn ku keda hemû jinan were tayîsandin û ji bo di dema pêş de jin pirtir bikarin xwe birêxistin bikin û bi rengê xwe û îradeya xwe ya azad bikarin tev li kar û xebatan bibin û bibin aîdê xwe, vê kedê ji xwe re bixin bingeh, ji ber ku em wekî Kongra Star xwe dispêrin mîrasa bi hezaran şehîdan mîna Yadê Eqîde, Arîn Mîrkan, Zehra Berkel, Hevrîn Xelaf.

Di heman demê de ji bo xurtkirina endamên Rêveberiya Jinan ên xweseriyê jî û wê li ser perwerdekirin û xurtkirina wan were sekinandin.

Ev kongreya bi heybet û rêkûpêkiya xwe ve hêz û coş daye jinan li parçeyên din jî, bi pîrozbahî û peyamên xwe ve kongreya me xurtkirin e.  Tişta berbiçav hatî diyarkirin ev bû ku, hêviya jinên herçar parçeyên Kurdistanê, Ewropa û jinên ji  netewên din hebû, em ê jî wekî çêker û Rêveberiya Kongra Star hewl bidin ji van hêvî û bendewariyan re bibin bersiv û di her alî de xwe xurt bikin û li mîrasê jinan, dîrok û civakê xwedî derkevin.

PLANSAZIYA ŞEŞ MEHAN

1.Ji 4`ê Sibatê heta 15’ê Sibatê li dijî Komploya Navneteweyî hemleya çalakiyan were destpêkirin.

2.Amadekariya 8 û 21’ê Adarê û 4`ê Nîsanê were kirin.

3. Di navbera 6 mehan de Konferansa Mala Jin bê lidarxistin.

4. Ji bo pêkanîna qanonên jinan li heremê bi giştî, kar û xebat werin pêşxistin.

5.Di milê pîşeyî de jin werin bi pêşxistin.

6.  Perwerdeyên vekirî û yên girtî û semîner li ser jineolojiyê û hevjiyana azad werin dayîn.

7.  Rêziknameya Kongra Star wê di van her şeş mehan de were xwendin.

8. Komîn werin çalakkirin.

9. Ji bo jinên di kampan de xebatên taybet û serjimarê bên çêkirin.

10. Ji bo pêşxistina tenduristiya jin û komînan heremên nimûne (pîlot) werin diyarkirin.

11. Ji bo pêşxistina aboriya jin, kar û xebatên taybet werin kirin.

12. Ji bo pêşxistina hişmendiya ekolojî hemle were destpêkirin.

13. Pêşxistina baxçeyên Jina Azad.

14.Encama kar û xebatên konferansan û kongreya 9`emîn bibin pirtûk.

15. Rîhan Loqo wekî berdevka Kongra Star hate diyarkirin.

Back to top button