ArşîvNûçeTenderûstî

Îro 13ê Sıbata 2023 ku ev 24 salin di ser komploya navdewletî re diborin bi hatina vê roja reş re ji aliyê meclîsa tendurustî ya Kongra Star li bajarê qamişlo bi daxuyaniyekê şermezar kir

Îro danê sibehê de meclisa tendurustiyê a Kongra Star li bakur û rojhilatê suriyê bi tevlîbûna Heyva Sor a kurd ,weqfa jin hatina roja reş bi daxuyaniyekê şermezar kir

îro di serê sibehê de li bajatê Qamişlo li dtadyuma 12ê Adarê  meclisa tendurustî a Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Suriya bi daxuyaniyekê şermezar kir ,daxuyanî wiha bû:

Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelê kurd. Aramiya Rojhilata Navîn û mirovahiyê li hember hêzên dewletperst û desthilatdar bi fikir felsefe. rih û can têkoşînek bênavber da destpêkirin. Ev têkoşîna bê navber û bêdawî. Mohra xwe li tevahî Kurdistan. Rojhilata Navîn û cîhanê daye. Fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jeherkujîya.(panzehîr). zihniyeta desthilatdar û ya bê mafiyê ye. girankirina tecrîd û îzole kirin vê rastiyê tê wateya tecrîd kirin û îzolêkirina mafê mirovî. Mafê jin. mafê zarok û mafê tevahî bindesta ne. Hêzên dewletperest di ferqa vê rastiyêdanê ku. Ger ev fikir û raman bipergal bibe. Netewa demokratîk di nava civakan de were avakirin. Ev tê wateya dawîbûna sîstema kapîtalîst. Zihneyat desthilatdar ya faşîşt e. ji bo pergala netewa demokratîk avabe û aramî li Kurdistan û Rojhilata Navîn çênenbe. Sîstema faşîst bi her awayî êrîşê li ser Rêber Abdullah 0calan. Li ser nirxên gelê kurd  gelên herêmê dike. Sedema ku Rêber Abdullah Ocalan ev 24 sale di hûndirê pergala zîndana îmraliyê de. Ji hemû mafên mirovî bêpar hatiyê hiştin bingeha xwe ji vê rastiyê digire. Dewleta tirk û hêzên navdewletî ne li gor qanûnên navnetewî li gor berjewêndiyên siyaseta dewletperest  nêzîkatî raber dike û desdûrên qanûnî li gor wê didin meşandin.

Di dîroka 25, adarê 2021 an de heya niha. Derbarê tendûristiya Rêber Abdullah ocalan tu agahî nehatiyê girtin. Tendûrîstiya Rêber Abdullah ocalan di kijan rewşê de ye naye zanîn. Li gor peymana navbera dewlet û saziya CPT di xala 54 dide diyarkirin ku, Cihên ku girtî lê tê ragirtin, Pêwîst hewayê wê paqij be, ronahî hebe,derfetên di cihê servekirî de, derfeta meş, Spor, û tevgarê were dayîn. Her wiha li gor vê peymanê nabe ku demdirêj tecrîd wer meşandin û demdirêj tevgera laş were astengdarkirin. Di peymanê de li gor xala 63,an jî hatiye diyarkirin ku, Pêwîstê mafê girtiyan yên têkîlî bi malbat û parêzeran re neyên astengkirin. Têkîlîya ji civakê neyê birrîn. Lê mixabin em dibînin ku ne dewleta tirk xalên vê peymanê pêktîne ne jî CPT  li hember vê bê mafiyê helwest nîşan dide, her carekê saziya girêdayî konseya awrupa CPT hin şopandinên xwe yên rotînî  dide meşandin  û raporê radestî dewleta tirk dike, Ev raporên ji tirkiyê re tên dayîn bi tu awayî teyisandina wê nayê çêkirin û ne malbat, ne jî parêzer nayên agahdarkirin, bi dehan caran serlêdanên malbat û parêzeran çêbûye lê ne ji aliyê dadgeha tirk ,ne jî saziya qaşo bê alî CPT ve nêzikatiyek huquqî nehatinye raberkirine.

Di berdewamiya daxuyaniyê de îşaret bi rewş û tendurustî a Rêber Abdullah Ocalan ve hat kirin û wiha hat aşkerekirin ku

Ev 24 mehê ne malbat, ne parêzer derbarê tenduristî û rewşa Rêber Abdullah Ocalan de agahiyek zelal ne girtine, ev jî dihêle derbarê tenduristîya Rêber Ocalan de. Gûmanên pir mezin werin jiyankirin,bi hin hincetên ji derveyî mantik tecrîd tê girankirin, û ne bi malbat, ne jî bi parêzeran  re hevdîtin naye çêkirin. tecrîd û îzolasyona ku tê meşandin îşkenceyek fîzîkî,Rihî û fikriye.

Di kijan dîrokê de hatiyê dîtin ku mirovek bi têna serê xwe. Ji hemû zîndiyan dûr û di navbera çar dîwaran bê dîyalog,bê agahî were hiştin. Şefê daiş ê Erdoxan û Baxçelî li hember hêza, Rêber Abdullah Ocalan bê çar man, Di dil û mejiyê wan de bûye kabûs. Sedema êrîşên wan Yên bê navber bingeha xwe ji vê rastiyê digire.

Li gor qanûnûnên navnetewî û li gor mafê miravan mafê her girtiyek heye ku bikaribe parastina xwe ya huqûqî bike. bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtîn çêbike û kontrolên tendurîstî yên bijîşk bêalî re werin derbaskirin û encamên wê bi parêzerên girtiyan re werin parvkirin, lê mixabin ev qanûn û huqûqên ku wan bi xwe çêkirî Ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan feydê jê negirê çi ji destên wan were dikin û bê navber cezayên tecrîdê, Îzosyon. Nêzîkatiyên keyfî dixin meriyetê, ev ji dihelê ku pêl qanûnên navnetewî û mirovî were kirin û li gor berjewêndiyên pergala faşîşt were berêvebirin.

Di berdewamiya daxuyaiyê de bal hat kişandina  li ser erdheja ku li ser mirovahiyê  û bakurê kurdistanê û bi giranî li ser herêmên bakur û rojhilatê suriyê bandora xwe kirin û daxuyaniyê wiha domand

Erdheja ku di 6 meha Sibatê de hat jiyankirin ku herî zêde bandora xwe li bakurê kurdistanê çêkir. Ji ber nêzîkatiyên dewleta Tirk yên ne mirovî û xemsar bû sedem ku bi hezaran însan birîndar bibin, jiyan xwe ji dest bidin û di bin kavilên hilweşiyayî de bimînin. Di vê erdhejê de, rewşa girtîgeh bi taybet tendûristiya girtiyên siyasî di çi rewşê daye nediyare! bi taybet di derbarê girtîheha îmrali rewşa tendûristî ya Rêber Abdullah Ocalan tu agahî jê nayê girtin, û ev ji gûmanên heyî mezintir dike,pêwîste demek nêz bi rêya parêzer û malbatê re di derbarê girtîgeha îmrali û tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bi awayeke awarte agahî were girtin.

Di dawiya daxiyaniyê de meclisa tendurustiyê a Kongra Star  ev nêzîkatiyên ne mirovane şermezar kir û wiha got

Weke meclîsa tenduristî ya Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûrye, Ji ber van nêzîkatiyên ne mirovî û ne huqûqî di serî de dewlata tirk, Konseya Awrupa û saziya CPT şermezar dikin. Pêwîstê CPT xalên peymana girtigehan demildest pêk bîne, erka xwe pêkbîne, banga me ji hemû sazî, Dezgah û kesên huquqnas û tenduristvanan re ew e, ku bi awayekî lezgîn û bê navber helwestên xwe yên exlaqî, miravî û hûqûqî bidin diyarkirin û dijî pergala Îmrali nerazîbûnê û helwestên xwe bidin diyarkirin.

13.2.2023.

Back to top button