ArşîvEkolojîNûçe

Platforma Jin a Ekolojî ya Rojava ; li dijî çekên kîmiyawî yên welatê me dixin zelzelstan û çolistan, emê daristanan ava bikin.  

Di 14ê sibata 2023 li bexçeyê şehîdan a bi ser bajarê qamşlo ve ji aliyê pilatforma jin a Ekolojî ve  bi daxuyaniyeke jibo bersivdayîna ji êrîşên  bi çekên kîmyewî ê der mirovî ku hemû zindiya dixe hedefa xwe û dibe sedema jiyaneke ne aram û ne tendurust ,herwiha  di bin duruşmeya ; li dijî çekên kîmiyawî yên welatê me dixin zelzelstan û çolistan, emê daristanan ava bikin. Daxuyanî hat dayîn

Daxuyanî ya ji aliyê Rîhan Temo hat xwendin wiha bû:

Bi silogana (li dijî çekên kîmiyawî yên welatê me dixin zelzelstan u çolistan, emê daristanan ava bikin) di dîroka 15’ê Sibatê heyanî 4ê nîsanê , wê kampaniya me ya ekolojî weke bersivekî li hember tevahî kiriyarên dagirkeriyê û tûndiyê, a ku li hemberî  hebûna xweza, jin, zarok û gelan tê meşandin destpêbike, em digrin dest û hedef dikin ku ji ber parastin, xwedî derketin û ji nûve nûjenkirina jîngeha xwe bi rengekî saxlem, xweşik û tendrust berxwebidin û  têkoşîna xwe ya ekolojîk bi têkoşîna 8ê Adarê ve bikin yek û bilind bikin, bi mebesta pêşxistin û serxistina şoreşa ekolojîk li dijî tevahî rengên bê mafiyê  yên ku ji milê dagirkeran ve li herêmê me  tên meşandin, weke guhertina demografîk li herêmê, qutkirina daran, pêşxistina şerê avê di rêya miçqandina ava çeman(Xabûr,Dicle , Firat,Ceqceq).bikaranîna çekan, bi taybet  çekên kîmiyewî  hwd, ku dibin sedema winda kirina pir aliyên jiyanê yê biha û dewlemend ji xwezayê. Li kêleka wê ji ber şikandina tecrîd û hilwişandina sîstema Îmrali ya ku ji tevahî pîvanên xwezayî qute û ji ber jiyaneke tendurst ne guncav e bi taybet di milê  avhawayî de ku bi sîstematîk li hember azadiya Reber APO ya fîzîkî wek rêbazekî belavkirina îdameke dem drêj bi îskence û binpêkirina  mafan di nava  24 salan de hatiye meşandin û hêjî dewamdikê, Ji berku dixwaze di herêma rûyê erdê  de hemû zindî di nav hevsengiyekî demokratîk de bijîn, îro di nav berdewamiya ceza kirinê de tê girtin.  Lê mafê her zindiyekê heye ku di nav sîstema ekolojî de jiyan bike.  Rêber Apo, ji van mafan bêpar tê hiştin û ev 24 salin her roj bi pêkanînên dervî mirovatiyê re rûbirû tê hiştin, Lewma di nava kampaniya xwede xebatê belavkirina îdyolojiya  ekolojî bi fikir û ramanê Reber APO esas digrin bi armanca misogerkirina Azadiya Reber APO ya fîzîkî.

Wekî tê zanîn, îro pêdivî bi berhemdariyekî tewazuna xwezayê berçav bike heye, lê teknolojiya ku bi kartînin, bi temamî ji bo berjewendiya kar tê bikaranîn.  Dîtinên zanistî, ji bo milên kar nexin û hêza reqabetê kêm nebe, ji bo zarara mirovatiyê tê bikar anîn.  Îro zelzeleya li Bakûrê Kurdistanê û li Tirkiyê çêbûyî, mînakekî vê ye. Tevî ku berî demekê agahî dan ku wê zelzele çê bibe jî, lê ji ber şirketên Erdogan û Baxçeliyê faşîst, bi exlaqê nijad lê dinêrî,    bi sed hazaran însan ji nedîtî ve hatin û piranî berjewendiyên xwe derxistine pêş. Di encama vê de, di destpêkê de mirov, qirkirina hemû zindiyan hatiye çêkirin.  Tiştên hatîn jiyankirin, qirkirina xweza û ya mirov e. Lawre ji bo jiyana ekolojîk darbeyek e.

Di tevahî dîroka mirovahiyê de, rêgeza ahengê ya di nav hawirdor û xwezayê de, ji aliyê hemû desthilatdarên zanistê ve şaş bikartînin, her tim hatiye xirakirin. Îro li çiyayên Kurdistanê, şerekî çil salan tê meşandin, Hesabê bombayên tên teqandin û daristanên tên hişk kirin tuneye.  Komara Tirk, bisala ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî erdnîgarî û xwezaya Kurdistanê jî di nava şerkî de ye. Em vêya herî dawî, ji bihara 2022’an ve ji çekên kimyawî yên li ser çiyayên Kurdistanê bi kar tînin de dibînin.  Bi sedan qatliamên xwezayî yên li Hîroşîma û Helepçeyê, îro di şert û mercên sed sala 21 cardin tên jiyankirin, lê mixabin ti tedbîrên mirovahî nehatine girtin.  Teknîka ji bo berjewendiyên yekdestî tên bikaranîn, îro ji karîsetên ekolojîk bigre heta şer, bûye amûrekî herî zêde jiyanê tehdît dike.  Ev rêbazê kar ê bi armanca xurtkirina desthilatdariya xwe tê kirin, îro hilweşîna hawirdorê afirandiye.  Ji ber Profesör Dr. Şebnem Korur Fincancı, ev kîryar qebûl nekirin, li dijî çekên kimyawî, helwestekî ekolojîk raberkir, cezayê girtîgehê danê.

Divê neyê jibîrkirin, biqasî şaşî û çewtiyên mirovan ziyanê didin xwezayê, wê bidin wan bi xwe jî.  Li ser vî bingehî, tunebûna hin zindiyan a dema derbasbûyî, ji ber hin sedemên rewşên xwezayî çêbûn, lê roja îro, sedema xirabûna xwezayê, midaxalekirina mirov a di milê neyînî de midaxalekirina xwezayê ye. Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê, xwe xwedayê hertiştî îlankirine.  Lê evdê xwe, mehkûmî birçîbûn û mirinê kirin e.  Ev xweda bêyî ku şert û mercên xwezayê bigre berçav, bi çekên kîmyawî midaxaledike û tewazina xwezayê xiradike û bûye sedema hilweşîna wê.

Lê bila ev xweda ji bîr nekin ku, ev sudwergirtina li ser bingeha dagirkeriyê, wê kaosan di xwezayê de derbixe,  her ku biçe wê cureyên zindiyan tunebibin, zelzeleyên dibin sedema tunekirina çandên cuda û hwd ji karîsetên xwezayî re zemîn amadedike. Divê neyê jibirkirin ku, hilweşîna ekolojî ya hatî jiyan kirin, tenê bi erdnîgariyê ve sînordar nemaye, bûye rewşekî hemû cîhanê bandor bike.  Erdnîgariya Kurdistanê ya tê hilweşandin, şewitandin, çolkirin, jehirkirin, tê wateya jehirkirin û çoklirina cîhanê. Ji ber ku zanista ekolojî heskirina welat û cîhanê digre nava xwe, li dijî hemû cureyên çekên kimyawî yên li dijî mirovahî û xwezayê tên bikaranîn, disekin e. Ji bo mirovatî karibe xwe ji vê pêvajoya tunebûnê xilas bike, divê nêrîna xwe ya ji xwezayê re ji binî ve biguher e.

li ser vî esasî hemo şehîdên şoreşger ên ku ji ber azadiya gelan berxwedan û şehîd ketin, bi mebesta rakirina tola wan û bi dilsoziya bi wanre em kampaniya xwe diyarî bîranîna giyan, xeyal û xwestekê wan dikin, bi baweriya giheştina misogerkirina armancên wan di nava kampniya xwede, ji her demê zêdetir çalakî û xebatê xwe emê di asta şoreşê de bidin meşandin.

Li hemberî tevahî siyaset û kiriyarên tîcarî  û tekneolojî, ku hebûna gelan dixin xeteriyê de em şermezar dikin û neqebûl kirina xwe didin diyarkirin bi taybet rewşên wek felaketên xwezayî ên ku pir çara ji sedemên tecawizatên ku li ser bedena jîngehê pêktên, di rêya daxuyaniya xwede tevahî gel û nasname yên ku bûn qurbanê van siyasetan di erdheja /bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Suriyê de/ sersaxî dixwazin.

Di dawiyê daxuyaniyê de platforma jin a Ekolojiyê bernameya rêze çalakiyên xwe eşkere kir.

Bi mêjî û yek kirina keda jinan di avakirina çanda ekolojî di nava civakê de. Li Bakur u Rojhilatê Suriyê, rêze çalakiyê me weha ne.

  • Ji bo gihştina heşmendiya demoqratîk û ekolojî di nava civakê de, wê rêze semîner û perwerde li komîn, gund ,navçe û saziyan were destpêkirin li gorî pêwîstiyan mijar werin diyar kirin. Herwiha li tevahiya Şaredariyên gel wê semînerên li ser jîngeh û ekolojî di nava sê mehande werin dayîn.
  • Di çarçoveya pêkanîn u belavkirina felsefe û fikrê Rêber APO li herderê, wê dinava hin dibstanan de semînerê derbarê ekolojî de were dayîn.
  • Ji mile tevgera jinên ciwan de wê xwendina pirtûkên Rêber APO, dayîna semîner û pêşandana belge filiman ji jinên ciwan re werê meşandin.
  • Wek berdwamiya çandina darê fêkî bi gel re wê li Amûdê bexceyê darê fîkî were çêkirin.
  • Li cihê ku jinên têkoşer lê hatin hedefgirtin ji milê dagirkeiya Tirk ve, wê darê tuan werin çandi
  • Bi tensîqa di navbera ( desteya şaredariyan ,komîtya Perwerdê û zanîngeha Rojava) de wê 3000 hezar dar were çandi
  • Ji milê komîteya Aborî ya Kongra Star ve, projeya darê fêkî bi 3800 darê wê were çandi
  • Li çend deriyên sînor ji milê Tev-Dem ve wê hijmarek dar were çandi
  • Li gundê jinwar jî wê dar werin çandi
  • Li navenda dermansaziya jin jî wê dar werin çandi
  • Di bin kampaniya her mirovek darek,wê li du navçeyan nêzî 600 dar bi tensîqa navbera komîteya Ekolojî ya Kongra Star û şaredariyê wan navceyan re were çandin
  • Şandina nameyekê ji bo Dr.Şêbnem Korur Fincanci ji milê platforma jin ya ekolojî ve,ji ber destek dayîna wê derbarê destpêkirina lêpirsînê derbarê bikar anîna çekên kîmiyasal li Kurdistanê.
  • Forma jin bi pêşengtiya desteya şaredarî û jîngehê wê bê li darxistin.
  • Destpêkirina kampaniya paqijiyê bi taybet bi zarokan re.
  • Destpêkirina kampaniya ji hevdû veqetandina gemarê li du komînan k.Qamişlo û k.Hesekê.

 

 

 

 

 

 

 

Back to top button