ArşîvDaxuyanîNûçe

Kongra Star a şehbayê; bi siyaseteke bercewendîperest bû sedema gelek qurbaniyan

Meclisa Kongra Star a kantona Efrîm-Şehbayê,pêdivî heye ku dewletên navnetewî zextê li herdu dewletên dirû Stikiyê û Sûriyê bikin da ku rêya alîkariya mirovî û exlaqî vekin .

Di 6ê sibata 2023an de mirovahî bi erdhejeke giran re rû bi rû hat ku giraniya vê erdhejê bandora xwe li bakur û rojhilatê suriyê herwiha li bakurê kurdistanê kir li vir gelek qurbanî çêbûn ,lê belê bi serde jî rêcîma sûrî û tirk rê nedan ji karwanên alîkariyê jibo herêmên ku di encama vê erdhejê de rûxiyaye , bi vê mebestê îro 14ê /2/2023 meclisa Kongra Star bi daxuyaniyekê ev nêzîkbûnên qirêj şermezar kir û daxwaza alîkariya mirovî kir ,daxuyanî wihabû:

Berdewamkirina siyaseta qirkirinê ya sîstema hegemonîk ya cîhanî di herêma de bi hemû şêwazan û pîlanan û pirojeyên veşirtî yên Nato e

armanc jê guhartina demogirafîk  ya Rojhelata Navîn tevahî  jì bo parestina xwe ne , jì bo Ku    berhemên enerjiyê  û xwazeyê di bin desthiledariya xwe   didin meşandin  ; da ku sîstemên dîktetor û faşîzimên  heyî têrbikin bi teyîbetî jî hukmeta AKP ê  ya ku siyaseta pîlankirî ya valakirina herêmê ji gelên resen dimeşîne da ku pirojeya Rojhelata Navîn ya mezin pêkbînin.

Ev kareseta mirovî  encama erdhêja pîlan kirî ku hevsengiya hawirdorî û gerdonî tevlî hev bikin  ,bi sedema pîlanên qirkirina cînûsayd di derheqê gelên herêmê û erdnîgariyê de.Ev kareseta mirovî ya ku avahî û xanî bi erdê re kirin yek, bajar hatin rûxandin ;ev erdheja  ku zêdetirî/35/ hezar  qurbanî çêbûne  bi taybet li Bukur û Rojavayê Kurdistanê  têde malbat hatin tune kirin   piraniya wan jî zarok û jinin û heya niha jî  bi hezaran qurbanî di bin kavilan de ne li benda derxistinê ne û bi hezaran jî zindî bangewaziya alîkariyê dikin da ku bi saxî ji mirinê rizgar bibin.

Lê tu kes bi hawara wan ne bihîsî ji ber  sedema siyaseta dagirkeriyê û dorpêça giran ya sîstema faşîst

Daxuyaniyê wiha domkir

ser herêmên ziyankirî bûye ji milê herdu rêjîmên Tirk û Sûrî ve yên ku heta niha nahêlin tu kerwanên alîkarî û tîmên rizgarkirinê derbas bibin,yên ku ji dewletên cîhanê hatin û bangawaziya hawarê kirine ku bi erkê xwe yê mirovî rabin .yê herî li zora mirov jî  diçe jî aliyê ku astengiya çêdikin şert û mercan xwe datînin da ku alîkariyê derbas bikin yan jî didizin.Lê tevî vê yekê jî dewleta faşîst ya Turk jî dev ji êrşan bernade û berdewam dike ,êrşa her dawiyê jî ya li Kobanê ku armanc girtina erbeyeke sivîl û şehadet çêbûn , tevî bikaranîna çekên kîmyewî  li ser çiyayên azadiyê li beranberî  civaka navnetewî û mafên mirovan yên ku dibêjin daxwazên mafên mirovan dikin ev jî şermeke meziine ji bo mirovtiyê ,tevî ku pir caran dûrî siyasetê û dijberiyê jî bangawaziya rêveberiya xweser ji bo derbaskirina alîkariya mirovahî ji herêma ziyankirî re û rizgarirkina giyanên zindiyan    ;lê heya niha jî rê nadin;

ev yek jî ji tirsa hukmeta Enqerê û Şamê  tê ku gel li dijî siyaseta dagirkeriyê û dorpêçê li berxwe dide û ji yekîtî û hevgirtina gelan ditirisin . meclisê wiha daxuyanî bi dawî kir

Em tevgera jin bi tundî vê siyaseta durûtiyê şermezar dikin ya ku bû sedema ziyaneke mezin ya qurbaniyan  tevî ku dem hebû ku pir giyan zindiyan rizgar bikin li gorî derfetên heyî .

Bangawaziya me ji civaka navnetewî re heye ku zextê bidin ser herdu rêjîmên Tirk û Sûrî  da ku rê bidin rêxistin û  alîkariya mirovî ku bi erkên xwe yên mirovî û exlaqî rabin .

Di dawiyê de em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan û gelên me re dixwazin û rihetiyê ji birîndaran re dixwazin.

Meclîsa Kongira Star ya Kantona Efrîn – Şehbayê

14/2/2023/.

 

 

 

Back to top button