ÇalakîNûçe

Bi têkoşîna gelan emê pergala Îmralî yê hilweşînin herêma firatê roja reş şermezar kirin

li herêma Firatê -Kobanê 24 emîn salvegera 15ê Sibatê bi kîn û nefret daketin qadan û qêriyan((ji dervî azadiya rêbertî a fîzîkî tu erk û armancê me nînin))

 

Bi duruşmeya emê kompiloya 15 şibatê emê bikin ronahî û felsefeya netewa demokratîk em soz didin şehîdên xwe ku emê Rêber Apo azad bikin gelê herêma firatê meşeke girseyî li darxistin

Kongra star ya herêma firatê îroj Çarşem Dîrok 15,2,2023 Şêniyên Herêmê Roja 15 şibatê bi meşeke girseyî li qada jina azad şermezar kirin , bi hezaran şêniyên herêma firatê tevlî meşê bibûn kesên ku tevlî meşê bibûn  kongra star, ciwanên şoreş ger,  meclisa malbatên şehîdan , tevgera civaka sivîl Tev-Dem, Pyd, Rêverberiyên nafçe û rêverberiyên serok komînan, hwd ,di heman demêde  kesên ku tevlî meşê bibûn di destên wande alên rêbertî  û fîlêksên ku wiha li ser hatibû nivîsandin ,BI TEKOŞîNA GELAN EMÊ PERGALA ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNIN,  berxedan jiyane, bican bi xwîn emtre heyî serok , bê serok jiyan nabê bêjî berxwedana îmralê, bêjî berxwedana gêrîla ta gihiştin kolana şehîd Sakîne Ozgur ,piştî ku şênî gihiştin kolana şehîd Sakîne Ozgur deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdên ku xwîna xwe ji bo azadiyê feda kirine rawestiyan .

piştre li ser navê rêverberiya Kongra Star a herêma firatê  ji aliyê Arîn kobanê axaftinek hat kirin; Arîn wiha axaftina xwe dest pê kir û got, em 15 şibatê bikîn û nifret bi rihê tolhildana mezin em şermezar dikin, di şexsê şehîdên ku hemleya we nikarin roja me tarî bikin û hetanî 24 salan em wan bi rêzdarî bejna xwe li ber wan di tewînin hemî gelê herêma Firatê gelê Kurdistanê û kurdê Rojhilata Navîn dizanin ev roj ji bo me tê çi wateyê  15 Sibatê 1998 di xwazin vê rojê li me reş bikin lê bi felsefeya Rêber Apo bi pêşengiya serokatiya me ev roj wê tarî nebe,ev roj kir roja serhildanê kire roja berxwedanê roja projeya netewa demokratîk, em vê rojê wisa xwedî lê derdikevin gelê herêmê  dijminê me ji vê rojê ,ji felsefa Rêber Apo ditirsê ji ber wê yekê ev 25 salan hemî li ser Rêberê me komployê didin meşandin  Arîn Kobanê wiha axaftina  domkir Rêbertî li me xwedî derket , em kirin dilê ku em kirin xwedî wijdan yê ku em kirin xwedî kesayet, îroj dinava çar dîwara da ye ji ber wê yekê pêwîste em wek gelê herêma Firatê bi rihê netewa demokratîk bi rihê felsefeya azad ê ku rih daye bedena me em jî xwedî li wê bedenê derdikevin ,ger rihê me girtîbe em tunene fikirê me girtî bê em tunene em çawa dikarin bê dil bê fikir jiyan bikin , Rêber Apo ji bo gelê Rojhilata Navîn dil, rih, wijdan, fikir, bedene , pêwîste em jî xwedî li fikir û bedena xwe derbikevin, ji ber wê yekê dijmin bi hemî hêza xwe hereketa azadiyê di şexsê Rêbertîde  dixwaze tune bike , 1998 wiha fêm kirin ku Rêber Apo yek şexse lê piştre fêm kirin ku Rêber Apo kaniya jiyanê ye , ku Rêber Apo dil û mejiyê vî geliye ji bo wê yekê jî niha dest pêkê li ser Rêbertiya me sîstema îmralê  dimeşîne û tu agahî jirêbertiya me tuneye, em ji bo Rêbertiya xwe fedîkarin ji bo em Rêber Apo azad bikin herkes ne kurd û ne gelê rojhilata navîn , ger  exlaq wijdan  rihê azadiiyê li gel wan hebê pêwîste li kêleka rojhilata navîn û gelê kurd be, ê ku wijdana mirovahiyê li cem wan hebe , îroj li kêlek mene ê ku ji mirovahiyê bê parin ewna îroj li gel dagirkeriyê ne li gel îxanetêne li gel kesên xwe difroşin ,em xwedî wê felsefêne me ji wê kaniyê vexwariye yê ku ji kaniya rêbertî vexwarî bê ew  tucarî dagirkeriyê qebûl nake Rêber A.P.O xwewdiyê vî gelî ye taybet gelê Kobaniyê bi rûmet ê bi şeref û namos ê xwedî heziyê û gelê herêma firatê bi tevahî Rêber Apo roja ku gava xwe avêt Rojhilata Navîn gava xwe avêt Kobaniyê , Arîn di berdwamiya axaftina xwede ku komplo bi şêwazên cur be cur xwe domdike di heman demê de behsa erdheja ku di 6,ê sibatê de çêbibû kir û wiha  wiha got ;  îroj komplo bi rêbazên cuda cuda tên meşandin, pêwîste em li hember vê kompiloyê hîn bihtir xwe bi rêxistin bikin em dinêrin nîvê bakurê kurdistanê dibin erdhejêdaye , wijdanê mirovahiyê dinale , lê dewleta faşîst xwînmij Akpê û Mhpê duh ne pêr hevalê Mehmûd ê ku bi vê felsefê mezin bibû kir hedef .

hêzên kompiloge evin ruyê wan yê qirêj evin ji ber vê yekê kompiloya 15 şibatê emê bikin ronahiya felsefeya netewa demokratîk û  soza ku emê di warên hevalên xwe yên şehîd yê ku heta nefesa xweya dawî xeyal dikirn ku bi Rêber Apo’re jiyan bikin ê ku di xwestin  gelê me di jiyaneke demokrat’û wekhev de bijin û jiyana xwe ji dest dan êmê  bibin rê hevalên wan emê hevaltiya xwe ya kêm emê binax bikin , bedelên wê çibe bila bibe emê bibin rê hevalên rast û dostên welatparêz ê dorost ê bi rûmet ê dil paqij emê xwedî li Rêbertî derkevin .

Arîn axaftina xwe wiha bi dawî kir; edî tu çareya me nine ku em Rêber A.P.O fêzikî dinavbera xwede bibînin ,gelê meyê ku wijdanê mirovahiyê li cem wan lê dide em binavê we hemiyan ji  kesên ku di erdhejêda bûne qurban em jiwanre xwediyê wan re sesaxî dixwezin û kesên ku birîndar bûne em li ser navê herêmê ji wanre şifayî dixwezin.

Emê sala 25 an a komplo bikin sala dem dema şoreşa mezin û azadiya fêzikî ya Rêber A.p.o ye.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27