Arşîv

Yekemîn Akadimiya mamosteyan a xweser hate vekirin

Li gundê Tilêjibê ya Kobanê akadimiya xweser bi navê Şehîd Rosiyel hate vekirin. Akademî ji taybet ji bo perwedekirina mamosteyên jin e.

Di akademiyê de wê mamosteyên jin ên ji hemû herêma Firatê werin perwedekirin. Armanca vekirina Akademiyê ew e ku hejmara zêde ya mamosteyan jin in û ji bo asta mamosteyên jin were pêşxistin. Di dewerye yekem a amademiyê de wê 45 mamoste beşdar bibin. Dewre wê mehekê dewam bike.

di akadimiyêde wê perwerdeyên êdilojî,şerê tayibet,dîroka jin,jineolojê ,çand û exilaqê mamostî, giringiya jin,felsefa û çanda KPC-demokaratîk  werin dayîn. Di demên pêş de wê hemû mamosteyên jin ên herêma Firatê tevlî perwedeyan bibin.

Amademî bi merasmîkeê destpê kir, paşê li ser navê malbata şehîd Rosyal, Hêvîdar Kobanê axivî û wiha got: “Berxwedana 14’ê Tîrmehê ku heta niha berdewam dike, em pîroz dikin. şehîd Rosyel ji bo min ne tenê xwşik bû, lê belê ji bo min hevalek bû. Şehîd Rosiyel di ciwaniya xwe de tevlî nava şoreşa berxwedanê bû û fedekariyek mezin nîşan da.”

Di berdewama merasîmê de endamê rêveberiya akadimiyê Rûken Şêx Mihemed axivî û bixêrhatina mêvanan kir û vekirina akadimiyê li hemû mamosteyan pîroz kir.

Piştî axaftinan deriyê akademiyê ji aliyê xwşika şehîd Rosiyal Hêvidar Kobanê ve hat vekirin. Merasîma vekirina akademiyê bi stran û govendê dewam bi dawî bû. Yekem dewre jî destpê kir.

Şehîd Rosiyal ji bajarê Kobanê jidayîk bû û di berxwedana serdemîdê ya Efrînê de şehîd bû.

Back to top button