ArşîvDaxuyanîKomîta civakî

Komîta şilêr: ‘Îro roj roja xwedî li hevderketina mirovatiyê’

Zarokên dibistanên Qamişlo tekez dikin ku wê bi yek destî deriyê xwe dilê xwe ji gelê xwere vebikin û li gel zarokên Bakurê Kurdistanê bin.

Derbarê revandina zarokên ku bê xwedî mane li bakurê kurdistanê komîta şilêr ya mafên zarokan ya Bakur û rojhilatê Suriyê daxuyaniyek de.

Daxuyaniya komîtê li dibistana Selah El Dîn El eyobî, ya ku dikeve rojhilatî bajarê Qamişlo  ji aliye xwendekar Ehmed hisên Omar  bi zimanê kurdî û Erebî û bi amadebûna bi dehan ji xwendekaran hat xwendin, zarokên ku tevlî dxuyaniyê bıbûn wêneyên zarokên ku di encama erdhejê de  jiyana xwe ji dest dane rakiribûn. di daxuyaniyê de jî ev hat gotin: di 06.02.2023’an deErdhêja ku   li bakûrê Kurdistanê  pêk hatiye de di serîda kesên jiyanê xwe ji dest dane re  em  sersaxî dixwazin  û  ji birîndaran re ji şîfa xêrê dixwazin. Wekî tê zanîn  Dewleta tirk ya faşist gelek zarokên ku  dibin enqazan da hatine xilaskirin bêyî kû  xwediyên wan derkevin an jî teslîmî malbatên wan bê kirin wan zarokan teslîme tarîqat û malên olî  û mafyayan dikin.Taybet  bi hezaran zarokên  Kurd û Elewî hatine revandin. Heta niha  tu  agahi ji wan zarokan nehatiye girtin. Bin navê kû ev zarok  bê xwedî mane  direvînin cihên ne diyar. Bi vê revandinê dixwazin zarokên me  ji çand û  ji baweriya  wan asîmîle bikin.li hemberî  revandina zarokên me em bisekinin.zarokên me ne bê xwedî ne.Bi yek destî deriyê xwe dilê xwe ji gelê xwere vebikin.Îro  roj roja xwedî  li  hevderketina mirovatiyê û  zarokên me ne.Emê rê nedin ji bo tunekirina çanda civak û  mezhebên xwe. Em wekî zarokên  rojava li gel zarokên bakûrê Kurdistanê ne.

Back to top button