Arşîv

Sêyemîn Konferansa Kongreya Star dest pê kir

Bi dirûşma “Bi rihê Berxwedana Serdemê ya Efrînê em ê şoreşa jinan veguherînin şoreşa civakê” konferansa Kongreya Star li bajarê Kobanê ya herêma Firatê dest pê kir.

Konferansa Sêyemîn a Kongreya Star li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê di bin dirûşma “Bi rihê Berxwedana Serdemê ya Efrînê em ê şoreşa jinan veguherînin şoreşa civakê” de dest pê kir.

Di konferansê de 271 delegeyên Kongreya Star li ser asta herêma Firatê beşdar bûn. Di konferansê de her wiha berdevka Kongreya Star li Rojava Evîn Siwêd, seroka Desteya Jinan li kantona Kobanê Emîne Bekir, hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Kobanê Bêrîvan Hesen, hevseroka Meclisa Herêmî ya Kantona Kobanê Merwa Dirêhî û hejmareke endam û rêveberên hemû saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ên herêma Firatê û bajarên Tebqa û Reqayê beşdar bûn.

Di salona konferansê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşerên azadiyê û sembolên Kongreya Star û Yekîneyên Parastina Jin û Asayîşa Jin hatin daliqandin.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre dîwana rêveberiya konferansê ku ji 5 endaman pêk tê, hate hilbijartin.

Axaftina vekirina konferansê ji aliyê Evîn Siwêd ve hate kirin û lidarxistina konferansê li hemû jinên Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û wiha got: “Em ji hemû aliyan ve rastî êrîşan tên. Tevî hemû komployên li dijî pêkhateyên herêmê jinên Rojava karibûn xwe bi rêxistin bikin. Aramiya ku em niha tê de dijîn bi saya fikr û felsefeya Rêber Ocalan û xwîna ciwanên Rojava ye.”

Evîn Siwêd destnîşan kir ku di çarçoveya aloziya Sûriyeyê de bêguman serkeftin para jinên birêxistinkirî ye. Her wiha got ku bi hezaran jinên Rojava cihê xwe di hemû aliyên siyasî, dîplomasî û leşkerî de girtine û destkeftiyên mezin bi dest xwe ve anîne û di dawiya axaftina xwe de berxwedana jinên Efrînê ku hê jî li kantona Şehbayê li ber xwe didin û li benda rizgariya Efrînê ne, silav kir.

Piştre rapora salane ya çalakî û xebatên Kongreya Star li Kobanê hate xwendin û ji aliyê beşdaran ve hate nirxandin. Beşdaran her wiha pêşveçûnên siyasî li qada giştî Sûriye û Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.

Çalakiyên konferansê berdewam dikin û tê payîn rewşa rêxistinî û rêziknameya Kongreya Star were nirxandin û pêşniyar ji aliyê beşdaran ve bêne kirin û meclisa nû ya Kongreya Star a Kobanê were hilbijartin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27