DaxuyanîNûçe

Pilatforma çalakiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bı duruşmeya ‘‘jin jiyan azadî ber bi şoreşa jinê ve’’ bernameya çalakiyên 8’ê Adarê dan

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistina Jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Jin jiyan azadî ber bi şoreşa jinê ve” rêzeçalakiyên xwe yên 8’ê Adarê bi daxuyaniyekê eşkere kirin.

Qamişlo- Roja Cîhanî ya Jinan a ku dikeve 8’ê Adarê de nêz dibe, bi wê boneyê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên xwe yên 8’ê Adarê bi dirûşma “Jin jiyan azadî ber bi şoreşa jinê ve” daxuyaniya xwe eşkere kirin.

Daxuyanî li stadyuma şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de bi dehan, sazî, dezgeh û rêxistinên jinan amade bûn.

Daxuyaniya ku ji aliyê Berdevka Komîteya Ekolojî ya Kongra Star, Rîhan Temo ve hate xwendin  daxuyanî wiha bû: “Ji destpêka dîrokê ve , jin xwedî roleke herî giring bû di pêkanîna civakbûyîna mirovahiyê de. Ew pêşeng û hêza bingehîn bû di avakirina civakbûnê û pêşxistina wê de. Her wiha civaka dayiksalarî civakeke wekhev û azad bû, bê şer û pevçûn û bi edelet bû. Lê belê bi avabûna pergala dewleta baviksalarî ya ku li ser hesabê ked û nirxên jinê hat avakirin, hişt ku jin ji ast û pîrozbahiyê bê par bimîne. Ji ber ku ev pergal dizane ku jin neyê kolekirin, wê nikaribin serweriya xwe li ser civakê feriz bikin û berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê pêk bînin. Bi wê şêweyî jin him hat kolekirin, him jî ji hemû qadên jiyanê mîna siyasî, civakî, aborî û çandî hate dûrxistin. Bi van şêwazan, jin ku xwedewanbû, hate kolekirin, tenê alavekî ji bo anîna zarokan û bazirganiyê hate bi kar anîn.”

‘Desthilatdar mafê jin dixwe û sûcên tundiyê dike’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser jinên pêşeng û wiha hate gotin: “Roja 8’ê Adarê sala 1857’an rojek bi êş bû ku tundî li ser jin hate kirin. Jina ku li hemberî koletî, zilim û dagirkeriyê rû bi rû ma rastî hedefa, zihniyeta zayendperest û pergala desthilatdar hat. Têkoşîna jinên kargehê, heta Roza Luxemburg, Leyla Qasim, Sara, Rojbîn, Ronahî, Evîn, Jîna Emînî, Jiyan, Nagîhan, Wîdad, Hind, Seda, Çîçek û Zeyneban dewam dike. Ev pergala desthilatdariyê baş dizane jina ku têgihiştî ji dîroka xwe re têkoşîn dike, ji bo wan xeteriyek mezin li ser berjewendî û desthilatdariya wan e. Tiştên ku li Efganîstan, Îran, Tirkiyê û Sûriyê rû dide ji qirkirina mafên jin û bikaranîna sûcên tundî û qetîlkirinê, bi taybet herêmên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin û armancgirtina pêşengên şoreşê, vê yekê teqez û eşkere dike.”

‘Em vê sedsalê bikin, sedsala azadiya jin’

Di daxuyaniyê de 8’ê Adarê li tevahî jin û bi taybet jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hate pîroz kirin û wiha hate gotin: “Bi navê Pilatforma Çalakiyên Hevbeş a hemû tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Cîhanî ya jinan li hemû jinên cîhanê û bi taybet serhildana keziyên li Îranê û belavbûna çirûsk û serhildana “Jin jiyan azadî” pîroz dikin. Serhildana Îran û Rojhilatê Kurdistanê ne tenê ji bo azadiya jin, ji bo azadiya tevahî civakê ye. Her wiha em vê rojê li Rêberê Mirovahiyê Abdullah Ocalan pîroz dikin ê ku birdoziya azadiya rizgarkirina jin diyariya me kir da ku em bi fikrek azad têbikoşin ji bo avakirina civakek azad û jiyanek bi wate. Em banga li tevahî jinên cîhanê dikin ku pişgiriyê bidin serhildana jin a di Rojhilatê Kurdistan û Îranê, em yekgirtin û hevgirtina xwe xurt bikin û bilindkirina xeta berxwedanê li hemberî hemû pilan û komployên ku li dijî jin û herêmê tên pilankirin. Dem hatiye ku em vê rojê biguhêrînin roja azadî û demokrasiyê. Em meha adarê bikin meha berxwedan û têkoşînê, ji bo hêjandina desthilatdariya împarator û rakirina maskeyên wan da ku herkes rûyê wan a rast bibîne. Divê em vê sedsalê bikin, sedsala azadiya jin û demokratkirina civakan.”

‘Ji ber erhejê pîrozbahî nayê li dar xistin’

Di dawiya daxuyaniyê de çalakiyên ku bên li dar xistin wiha hate rêzkirin: “Bi navê Pilatforma Çalakiyan a Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em pêngava 8’ê Adarê bi dirûşma “Jin jiyan azadî ber bi şoreşa jinê ve” radigihînin. Hemû şahî û komên hunerî hatin sekinandin, ji ber erdheja ku li Bakurê Kurdistan û Bakur û Rojavayê Sûriyê çêbû û bi hezaran mirov di bin xirbeyan de man û jiyana xwe ji dest dan û heta niha bi hezaran mirov di bin kavilan de mane û nehatine naskirin. Her wiha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo alîkariya kesên mexdûr alîkarî şand lê belê ji aliyê Rejîma Sûriyê û Tirkiyê ve nehatin qebûlkirin, lewma ji hemû aliyên peywendîdar tê xwestin ku ji van nêzîkatiyên dûrî pîvanên mirovahiyê şermezar bikin. Her wiha bi berpirsiyartiya xwe rabin û li hember hemû kiryarên dewleta tirk, bi taybet gef û êrîşên wê li ser herêmên Bakur û Rojhiatê Sûriyê şermezar bikin û qebûl nekin.”

Rêze çalakiyên ku hatin ragihandin wiha ye:

  1. Di hemû komîn, gund, bajar û saziyan de bi boneya 8’ê Adarê semîner bên dayîn.
  2. Ronîkirina dergehên û xemilandina bajaran .
  3. Çêkirina panel, bername û pilatforman.
  4. Di hemû Kantonan de meşên gelêrî di roja 8’ê Adarê de bê li dar xistin.

Back to top button