DaxuyanîNûçe

Jehrîkirina xwendekarên keç ên Îranê li Qamişloyê hat şermezarkirin

Saziyen civaka sivîl ên jinan bi daxuyaniyekê jehrîkirina xwendekarên keç ên Îranê şermezar kir.

Ji dawiya meha Mijdara 2022’yan de li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi gazên jehrî êrişê ser dibistanên keçan tên kirin. Li gorî amaran, heta niha zêdetirî hezar xwendekarên keç jehrî bûne û rakirine nexweşxaneyan. Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê daxuyandibû ku ev êriş nimûneya êrişên kîmyewî û rêxistinên terorîst in.

Têkildarî mijarê iro 6ê adara 2023 ,saziyên civaka sivîl ên jinan li ber Waqfa Jina Azad a Sûriyeyê a li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da. Berdevka Rêxistina Sara ya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan Arzû Temo daxuyanî xwend.

Arzû jehrîkirina xwendekarên keç li Îranê şermezar kir û bal kişand ser êrişên dewleta Îranê yên li dijî serhildana gelên Îranê ya bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û zextên li ser gel û jinan. Arzû destnîşan kir ku bi taybet xwendekarên keç ên dibistan û zanîngahan rastî zextan tên û jehrîkirin di aliyê rejîma Îrane ve hatiye kirin.

Arzû Hisan Temo bang li UNICEF`ê û saziyên mafên mirovan jî kir ku ji bo rawestandina kiryarên dewleta Îranê yên dijî xwendekarên keç bi lez destwerdanê bikin.

 

Back to top button