ArşîvDaxuyanî

‘Serhildana 12’ê Adarê mohra xwe li dîrokê da’

meclisa Kongra star serhildana 12’ê Adarê bi bîr xist û got: 'Serhildana 12’ê Adarê li hember zilmê serî hildan bû'

Di 12’ê Adara sala 2004’an de li bajarê Qamişloyê di navbera tîma Cîhad a Qamişlo û tîma Fitiwê ya Dêrazorê de maça futbolê hat lîstin. Lê dema lîstokvan û gel derbasî stadyûmê bûn, komên nijadperest ku ji berê de ji aliyê Rejîma Baas ve hatibûn erkdarkirin li dijî gelê kurd dirûşme û bi keviran êrîş kirin. Polîs û leşkerên Rejîmê hemwext êrîş pêk anîn û hemû deriyên stadyumê girtin. Di encamê de 9 kesan ku di nav de 2 zarok hebûn jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku agahî belav bû, bi sedan ciwan berê xwe dan stadê û ev pevçûn veguhêrî serhildana kurdan. Piştî vê êrîşî gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê û hemû bajarên Sûriyê yên ku kurd lê dijîn daketin kolalan û nerazîbûna xwe li dijî Rejîma Baasê anîn ziman. Têkildarî mijarê Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rojavayê Kurdistanê ku wekî mîrateya şoreşekê ye hem Kurdistanî, di heman demê de netewî tê naskirin, bi kedên mezin û berxwedaniyên bêhempa li hemberî hişmendiyên serdest û zordest sekiniye. Her çendê gelek bûyer û şêwazên zilmê jî hatine bi kar anîn, lê belê bîr û baweriya bi azadiya gelan ji her demê zêdetir ew bi ser ketiye. Bêguman bûyera ku herî zêde mohra xwe li dîrokê da ew jî serhildana 12’Adarê bû ku di sala 2004’an de qewimî. Serhildana 12’ê Adarê seranserî Rojavayê Kurdistanê ji bajarê Qamişlo, Herêma Cizîrê, Kobanê, Efrîn, Heleb û paytexta Sûriyê Şamê li dijî hişmendiya Rejîma Baas serî hildan.”

Di dewama daxuyaniyê de roja 12’ê Adarê sala 2004’an wiha qal hate kirin: “Di 12’ê Adara 2004’an de li lîstgeha Cîhad a li bajarê Qamişlo, di navbera tîmên futbolê Cîhad yê girêdayî bajarê Qamişlo û Tîma Fitwê ya girêdayî bajarê Dêrazorê lîstok hat destpêkirin, lê di destpêka lîstikê de alîgirên tîma Fitwê bi keviran êrîşî alîgirên Cîhad kirin. Her wiha dirûmeyên piştgiriya Sedam Hisên tavêtin û wêneyên wî hildan.  Ev dîmen di bin çavdêriya ewlehiya Rejîmê de bêyî ku tu bertekê diyar bikin de, qewimî. Dema Gelê Kurd hewl da ku xwe biparêze, hem alîgirên Fitwê û hem ewlehiya Rejîmê bi guleyan êrîşî wan kirin, di encamê de gelek şehîd û birîndar çêbûn. Roja piştî wê bi deh hezaran gel daketin qadan da ku şehîdên xwe bispêrin axê, lê ji ber êrîş û astengiyan ev merasîm veguherî serhilanê li dijî sîstema Baas’ê, ew cara yekê bû ku Kurd doza mafê xwe kirin, lê li hember vê serhildanê êrîşeke hovane li ser gelê Kurd hat pêkanîn.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser serhildana Gelê Kurd û wiha hate gotin: “Ev serhildan sînorên tirsê û koletiyê di dilê gelê Kurd de şikand û belavî hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê çi Heleb û Şamê be bû. Her wiha li dewletên Ewrupa jî Kurd daketin qadan û serî hildan. Di encama van êrîşan de 24 hemwelatî şehîd bûn û bi hezaran kes birîndar û bin çav bûn. Heta roja îro jî hîn Rejîma Sûriyê mafên Kurdan pişt guh dike tevî ku şoreşa 10 salan jî heye, hîna jî naxwaze hevdîtinê bi Rêveberiya Xweser bike da ku gelê Kurd nebe xwedî maf, ziman û dîrok  di nava gelên cîhanê de. Ji ber vê divê em wekî gelekî azadîxwaz li pey doza xwe bin heta azadî û demokrasî di welatê me de pêk were.”

Back to top button