
Şandeyeke jinan a ji Skotlandê ku ji Victoria Matigova, Yvonne Blake, Jennifer Clapham, Bronagh Gallagher û Iona Gil Soper pêk tê, serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, da ku rola jinan, astengiyên li pêş wan ên di xebatên siyasî, aborî, civakî û çandî de, destkeftiyên di şoreşa Rojava de û projeya neteweya demokratîk bişopînin.
Şandeyê serdana Kongra Star, Weqfa Jina Azad, Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê, Muzexaneya Kobanê û Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê kir.
Tê payîn şade di çend rojên bê de serdana saziyên din ên Rêveberiya Xweser bike.