ÇalakîNûçe

li almaniyayê Kongra Star civîna xwe li darxist

kongra star li bajarê durtmondê civîneke ji berpirs û xebatkarên xwere ,li ser veguheztina encamên kongra 9emîn ,herwiha li ser geşedanên dawî û di navê de rewşa jin hat destgirtin

Di dîroka 11ê Adara 2023 an de li almaniyayê li bajarê durtmondê civînek hat li darxistin.

Civîna ku hati li darxistin di li ser encamên civata 9 emîn a Kongra Star ku di 15ê cileya 2023an li bajarê hesekê  bi duruşmeya“Bi rihê têkoşîna şoreşa jinê em ê serhildana Jin, Jiyan, Azadî bi ser bixin”  bi beşdarbûna hezar û 300 jinan  hatibû li darxistin li almaniyayê bi pêşeng xebatkar û rêvebirên Kongra Star re hatin veguheztin ,herwiha ji aliyê dîwanê de mijarê ku di civînê de li ser rawestiya geşedanên siyasî û di navê de rewşa jin bi her awyî bandora  wê li ser jin ji aliyê derûnî ,siyasî ,madî,manewî ve hate şîrovekirin ,di heman demê de li ser rewşa jin kar û xebata rêxistinî jî hat rawestîn .

Di civînê de li ser bingeha kêm û kurtiyên ku di kar û xebatê de hatin jiyîn bi rexne û rexne li xwe girtinê rêbazê çûna bi ser erkên xwe ve hatine zelal kirin , herwiha jibo pêşde birina kar û xebata rêxistinî hin bername  û armanc hatin diyarkirin .

Bername wihabûn:

1.Her mehek carekê perwerdeya rêveberiyê bi rêya (online)

2.Herî kêm li 10 cih perwerdeya komîteyan bê çê kirin.

3.Lidarxistina civînan ji  hemû komîteyên heyî re.

4.Avakirina komîteyên nû.

5.Ji bo 4 nîşanê tevlîbûnek xurt ji bo meşên ku bi vê bonê tên lidar xistin.

6.Şîrovekirina û veguheztina encamên kongreya kongre star bên berdewam kirin .

7.Tevlîbûna hemû cûreyên çalakî û civîn.

8.Destpêkirina kampanyayeke ji bo serdana malbatan û nîqaş bi jinan re.

9.Zêdekirina hejmarên komînan û xurtkirina komînên heyî.

Herwiha hin armancên taybet ên navxweyî

 

 

 

Back to top button