Arşîv

Jinên Erebe: Efrîn ji dagirkeran re namîne

Jinên Ereb ên Kantona Şehbayê ji bo gelê Efrînê diyar kirin ku tu carî Erdogan nikare yekîtiya gelê Kurd û Ereb têk bibe û gotin:”Bingeha tevgera têkoşîna azadiya Kurd li ser esasên wekheviya gelan hatiye avakirin. Em jî li ser vê esasê dibêjin ku em ê heta dawî li ba têkoşîna Gelê Kurd cihê xwe bigirin.”
Jinên Ereb ên Kantona Şehbayê derbarê êrîşên li ser Efrînê yên dewleta tirk û komên girêdayî wê û têkoşîna azadiya gelê Kurd de anîn ziman ku ew heta dawî piştgiriyê didin vê dozê û gotin ku ew di wê baweriyê de ne Efrîn ji dagirkeran re namîne.
Jina bi navê Neîma Hesen wiha got:”Dewleta tirk êrîşî Şehbayê jî kir. Şehba bi alîkariya şervanên Kurd rizgar bû. Em di wê hêviyê de ne ku dê Efrîn jî rizgar bibe. Niha li Şehbayê wekheviya gelan esas tê girtin. Berî ku Efrîn bê dagirkirin li wir jî wekheviya gelan esas dihat girtin lê niha li Efrînê her roj mirov tên revandin û kuştin.”
‘Ji bo aramî û ewlehiya gelan divê Efrîn bê rizgarkirin’
Yasemîn Hisên jî diyar kir ku ji bo siberojek azad divê Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe û got:”Gelê Kurd li hemû cihan azadî û aştiyê pêk tîne. Li Efrînê jî azadî, aştî û ewlehî hebû. Lê piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê Efrîn dagir kirin li wir aramî û ewlehî nema. Loma ji bo aramî û ewlehiya gelan divê Efrîn ji dagirkeran bê rizgarkirin.”
‘Tevî hemû zehmetiyan em li berxwe didin’
Şeyme Oso da zanîn ku ew tevî hemû zehmetiyan li berxwe didin û got:”Bi saya têkoşîna azadiya gelê Kurd, Efrîn jî wekî gelek cihên din ji zilmê û zordestiyê hat rizgarkin. Lê dewleta tirk û komên girêdayî wê nehiştin ku ev yek wiha bidome û Efrîn dagir kirin. Lê em wekî jinên Ereb dibêjin ku em heta dawî li ba têkoşîna azadiya gelê Kurd cihê xwe digirin.”
Back to top button