ArşîvÇalakî

Kongra Star 5 şoreşgerên jin bi civînek girseyî bibîranî

Kongra Star bi wesîleya salvegera komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek nivîskî weşand şehîdên komkujiyê bi bîr anî û diyar kir ku bi saya destkeftî û rêxistinên gelê Kurd dê rê li komkujiyên bi vî rengî were girtin.

Kongra Star ji bo bîranîna 5 jinên şoreşger Raperîn Amed, Sakîne Cansiz, Evîn Goyî, Delal Nûrheq û Bêrîvan Zîlan civînek li Hola Rewabî a Hilêliyê ya Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê  lidarxist. Rêveberên Kongra Star, Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelek sazî, rêxistin û dezgehên jinan yê amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Rêvebera Meclisa Jin a Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo yê Cewahir Osman axivî û wiha got: “Her 5 leheng li gorî navê xwe bûn, parêzvanên mafê jin û nirxê şoreşê bûn. Bi zanista ku li ser fikir, îdeolojiya ku di kesayeta xwe de pêşxistin, ku di hebûn û şoreşa jinan de me wan nas kir  û heqîqeta şoreşa me dinirxîne. Şoreş bi şoreşgerên wiha hat nasîn. Hedefgirtina şoreşger û pêşengên şoreşan dide nasîn ku sîstema ku îro em avadikin çiqasî xeter e li ser pergala faşîzm û desthilatdariyê. Eger hebûnek û nasnameyeke me di vê gerdunê de hebê dê bi saya van şoreşger û lehingan be. Da ku em bikaribin şoreşa jin biparêzin, divê ku em wefdariyê ji şopa wan lehengan re bikin. Her şoreşgerek dîrok û efsane nivîsandine û bûne perwerdeyên ji jiyana jin re. Ev şoreşger jî bûne sembol û pêşengên şoreşa jin ku îro her kes xwedî lê derdikeve û di felsfeya “Jin Jiyan Azadî” de cih digrin.”

Civîn bi pêşandina sinevizyonekê li ser jiyan û têkoşîna her 5 şoreşgeran bi dawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27