ArşîvÇalakîDaxuyanî

Kongra Star Navçeya Qinaya piştgiriya xwe ya ji bo serhildana Rojhilatê Kurdistanê teqez dike

Kongra Star a navçeya Qinaya ya Kantona Kobanê destnîşan kir ku şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" ya ku li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, serhildana li hemberî neheqiyê ye. Her wiha piştgiriya xwe ya ji bo serhildanê piştrast kir.

Kongra star, navçeya Qenaya ya Kantona Kobanê, îro Pêncşemê, ji bo piştgirîkirina serhildana Rojhelatê a Kurdistan û Îranê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi devkî li pêşiya Meclisa navçeya Qinaya hat dayîn û ji aliyê Endama Koordînasyona Kongra Star a navçeyê Sûad Şêx Demîr ve hate pêşkêşkirin û di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Em serhildana Îranê û Rojhilatî Kurdistanê pîroz dikin û em vê serhildanê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin, ji ber ku berxwedaniyek mezin û berfireh e.

Piştî girtina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ku di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dabû ev serhildan dest pê kir.

Di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew piştgiriya serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê dikin, ji ber ku ev têkoşîn di şexsê jinên Kurd ên weke (Şehîd Sakîna Cansiz, Bêrîtan, Ronahî, Bêrîvan û Zîlan û bi sedan jinên têkoşer) derketiye holê. ku ji bo çar parçeyên Kurdistanê şerdikin.

Daxuyanî bi durûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Li aliyê din li Navenda Hêzên Parastina Cewherî ji aliyê Kongrastar a navçeyê ve civînek hat lidarxistin û endamên saziyên sivîl, Hêzên Parastina Cewherî, Kongra star,Desteya Perwerdeyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk tevlî civînê bûn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên şoreşê destpê kir, piştre rêvebera  Kongra star a navçeyê peyama şehîd Sema Yuca xwend ku li ser têkoşerî û lehengiya şehîd Sema axivî.

Back to top button