ArşîvDaxuyanî

Meclisa kongra star newroza sala 2023’an bi rihê ‘JİN JİYAN,AZADÎ’ Lİ tevahî jin û gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav û pîrozkir

Meclîsa Kongra Star:' Bi ruhê newrozê em bang li tevahî jinan û gelên azadîxwaz dikin ku dakevin qadan û agirê Newrozê geş bikin.' Û tekez kir ku' Bi îdîayê vê berxwedana bêhempa ya Îmraliyê û berxwedêrên serhildana “JIN, JIYAN, AZADΔ ya tevahî jin û gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav dikin, Newroza wan pîroz dikin.'

Bi boneya cejina newrozê meclisa kongra star, daxuyaniyek nivîskî weşand, daxuyanî îro yekşem 19/3/2023’an da, di daxuyaniya meclisê de ev hat got in:’Em cejna Newrozê di serî de li Rêber APO, ku berxwedaneke dîrokî li zîndana Îmraliyê dimeşîne pîroz dikin. Dîsa Cejna Newrozê li gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz ku di hemû qadên berxwedanê de têkoşîna azadiyê li hember zilma Dehaqên hemdem dimeşînin, li hemû jinên têkoşer ên li qadên berxwedanê, li şervanên azadiyê, gerîlayên qehreman, li YJA Star, li dayik û malbatên şehîdan pîroz dikin. Bi ruhê berxwedana Mezlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rehşan, Ronahî û Bêrîvan, Sema Yuce ku bi berxwedan û agirê canê xwe agirê Newrozê geş kirin, em ê sedsala 21. bikin sedsala azadiya jin. Bi sedan berdêlên wekî Kemal Korkut ku me di pîrozkirina Newrozê de da, em ê bi dirûşmeya “Bi Ruhê Berxwedana Newrozê Em ê Rêber APO Azad Bikin û Dagirkeriyê Têk Bibin” xwedî derbikevin û her tim bibin şopdarên têkoşîna wana.

Di kesayeta şehîdên Newrozê de û 9 şehîdên yekîneyên Antîteror  ku di qezaya balafirê de şehîd bûn  em hemû şehîdên doza azadiyê bi minet bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin. Soza bilindkirina meşaleya Newrozê didin ku, bi canê pakrewanan heta roja îro hatiye bilindkirin ku em ê hîn bêhtir geş bikin, ji bo bibe Newroza azadiya Rêber APO û tevahî gelên bindest û mirovahiyê.

Em Newroza 2023’an pêşwazî dikin di demekê de ku gelê me di nav êş û xemgîniyê re derbas bûyî  bi erdheja ku li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û Sûriyê de çêbûyî, bi 10 hezaran kes, jin, zarok bûn qurban  û bi 100 hezaran birîndarî û kesên bê cih û war mane ji ber siyaseta qirkirinê ya sîstema dagirkeriya dewleta Tirk ku temsîla Dehaqên demê dike, xwezaya ku bi qirkirineke dijwar re rû bi rû mayî, di xizmeta berjewendiyên deshilatdaran de, hemû pîvanên exlaqî têne binpêkirin, xerabiyên ku li ser xwezayê têne kirin, çekên kîmyawî yên qedexekirî li ser gel û xwezayê têne bikaranîn ku ev hovîtiya wan di êrîşên ku li ser gerîla bi çekên kîmawî hatin kirin ,hemwextî dema sekinandina çakakiyên leşgerî yek alî ji aliyên gerîla ve , di rojên wiha de bi rihê hevgirtina ku gelê me di erdhejê de da nîşandan em pêşwaziya Newroza îsal dikin.

Tevî hemû êş û birînên xwe gelê Kurd û hemû gelên herêmê ku bi hev re jiyan dikin gihiştin rastî û wateya Newrozê ku, roja berxwedan û serî hildanê ye li hember zilma deshilatdar û mêtingeran,  roja serkeftin û rizgarkirina gelan ji koletî û bindestiyê. Bi vê vîna azadiyê ku gelê me û tevahî civaka ku bûne xwedî destkeftiyên mezin bi berdêlên pir giran, roj bi roj nirxên xwe zêde kirine, hemû gelên herêmê ku di nava jiyaneke kolektîf de, bi projeya Netewa Demokratîk a bi fikir û ramanê Rêber APO mîmarê azadiyê û xwediyê efsûna “Jin, Jiyan Azadî” ya ku li tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê belav bûye û li ser vê bingehê bûne xwediyê mîraseke dîrokî û projeyeke demokratîk a rêveberiya xweser li Bakur-Rojhilatê Sûriyê hatî avakirin. Bi vî ruh û vîna roja nû ya vejînê roja Newrozê, em dibin xwediyê erk û berpirsiyariyekê li beramber azadiya Rêbertî û tecrîda girankirî li ser tê meşandin. Em têkoşîna xwe hîn behtir bilind bikin da ku azadiya Rêbertî ya fizîkî misoger bikin û serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” bi ser bixin. Bi vê îdîayê em vê berxwedana bêhempa ya Îmraliyê û berxwedêrên serhildana “JIN, JIYAN, AZADΔ ya tevahî jin û gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav dikin, Newroza wan pîroz dikin.

Bi vî ruhî em bang li tevahî jinan û gelên azadîxwaz dikin ku dakevin qadan û agirê Newrozê geş bikin.

 

Back to top button