DaxuyanîNûçe

Kongra Star ;berpirsiyariya van kiryaran di serî de didin ser milê dewletên navnetewî

di şeva newrozê de li berxwedan û gotin kes nikare agrê newroza me vemirîne

5 cangorî .kawayên hemdem di şeva newroza 2023an de bi berxwedana xwe şeva newrozê geş kirin û serî li hember êrîşên dewleta tirk û çeteyên wî netewandin ,lê çavnebariya dewleta tirk li beranber vê berxwedanê  ew her pênc serhildêr qetil kirin û wan berxwedêran heya nefesa xweyî dawî nehiştin agirê newrozê bê vemirandin

bi vê boneyê Meclisa Kongra Star ev kiryarên hovane bi daxuyaniyekê şermezar kir ,di daxuyaniyê de wiha eşkere kir :

Di dema ku seranserî Kurdisatan û aliyên cîhanê Newroza 2023 bi vêxistna agir , lixwekirina cilûbergên flklorî, şahî lidaxistin Newroza xwe pîroz dikin . Li Efrîna dagirkirî ji bo qedexekirina vexistina agirê Newrozê , ya ku tê wateya li vir li herêmên dagirkirî agirê berxwedan , serhildan , jiyankirina mirovan bi çand û zimanê xwe li vir qedexeye .

Kongra Star di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got; Bi vî awayî di Efrîna dagirkirî de , ya ku ev 5 sal in di ser dagirkeriya wê re derbas dibe û bê dengiyeke nav netewî heye , di hûndirê vî bajarî de kiryarên weke sûcên şer em dikarin bi nav bikin li gorî zagonên navnetewî  di der heqê mirovan de têne pêkanîn ,ya herî dawiyê jî êrîşa bi guleyan li 5 welatiyên Efrînî dema ku serî ji çeteyên dewleta Turk re ne tewandin û agirê newroza xwe venemirandin û li gorê daxwaza hişmendiya deshilatdaran û pêxwasên wan tevnegeriyan heya jiyana xwe  ji deat dan . Ev 5 welatî bûne kawayên demê û gotin  kes nikare agirê newroza me vemirîne , kes nikare berxwedan û serhildana me li dijî dagirkerî û faşîzimê bitepisîne .

Kongra Star wiha domand‘ Em jî weke rêxistina Kongra Star van kiryar û bin pêkirinan bi tundî şermezar dikin û dibêjin heya Efrîn û bajarên me yên din rizgar nebin wê gelê wê nikaribe bi îradeya xwe jiyan bike û di nav aramî û aşîtiyê de be .

di dawiya daxuyaniyê de ev eşkere kir ,Em berpirsiyariya van kiryaran di serî de didin ser milê dewletên navnetewî ku her aliyê bêdengî ji xwe re hilbijartine .

Banga me taybet ji partiyên Kurdistanî re ku di rûyê hemû siyasetên dijmin de bibin yek , ji ber dem dema azadiyê ye , dem dema serfiraziyê ye .

Back to top button