ArşîvÇalakî

Bi boneya rojbûna Rêbertî, li bajarê Kobanê çalakiyek hat li dar xist

Bi boneya pîrozkirina rojbûna Rêber Apo, îro li navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Kobanî çalakiyek hat lidarxistin.

Li bajarê Kobanê îro Pêncşemê 30.3.2023 Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî deqeyeke rêzgirtinê, ji bo jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin; Di çalakiyê de endama Kordînasyona Kongra Star a Kantona Kobanê Macîde Hesen axivî û wiha got: “Ev roj roja jidayikbûna şaristaniya demokratîk e, şaristaniya ku Rêbertî jê rebi fikir û felsefeya xwe ruhê wê vegerandiye.”

Her wiha got, “Em ji vir ji bajarê berxwedanê Kobanê, berxwedana Rêbertî ya li Girtîgeha Îmraliyê ya ku bi salan e li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî silav dikin.”

Piştre rêveberên jin ên di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hatin xelatkirin, piştre jî endamên koma Hîlala Zêrîn a herêma Firatê çend stranên netewî pêşkêş kirin û şahî bi dawî bû.

Back to top button