Arşîv

Konferansa Kongreya Star didome

Duyemîn Konferansa Kongreya Star a Helebê ku bi dirûşma “Bi rihê Berxwedana Serdemê, em ê Şoreşa jinan bikin şoreşa civakî” dest pê kir, bi nîqaşa rewşa siyasî û rêxistinî dewam dike. Di kongreyê de her wiha rapora rewşa rêxistinî jî hate nîqaşkirin.

Konferansa Duyemîn a Kongreya Star a herêma Helebê li salona taxa Şêxmeqsûd bi beşdarbûna 350 delegeyên ji Helebê û kantona Şehbayê dest pê kir.

Di konferansê de piştî axaftin bi dawî bûn, endama Kongreya Star Zelal Xebat axivî û rewşa siyasî ya heyî şîrove kir û wiha pê de çû: “Hin dewletên mezin di rewşa Sûriyeyê de tev digerin, berjewendiyên xwe di asta pêş de digirin, komên çekdar ên girêdayî xwe zêde dikin û ji bo temenê wan koman dirêj bikin, her di nava tevgerê de ne. Armanca wan bi vê yekê ew e ku temenê aloziya Sûriyeyê dirêj bikin.”

Zelal di berdewama axaftina xwe de jî bal kişand ser siyasetên dewleta tirk a dagirker ku welatiyan qetil dikin û dibin sedema koçberkirinê û got ku dê gelê herêmê heta dawiyê li dijî wan tê bikoşe û ev tişt anî ziman: “Li dijî gelê Efrînê hemû cureyên çekan bi kar anîn. Welatî bi balafiran bombebaran kirin, bi vê yekê jî xwestin îradeya gelê herêmê binpê bikin.”

Endama Kongreya Star Zelal Xebat di dawiya axaftina xwe de jî êrîşa dijwar ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hat û Komploya Navdewletî ku hîn didome, bi bîr xist.

Di berdewama konferansê de endama rêveber a Kongreya Star Hêvîn Silêman rapora salane ya kongreyê ku ji rewşa siyasî, rêxistinî û çalakiyan pêk tê, xwend. Paşê xalên wê yek bi yek hatin nîqaşkirin.

Tê payîn ku di dawiya konferansê de hilbijartin were lidarxistin û rêveberiyeke nû were hilbijartin.

Back to top button