ArşîvÇalakî

Li bajarê Bonnê ya Elmanya, ji bo piştgiriya bi gelê cindirêsê xwepêşandanek hat bi rêxisrinkirin

Kongra Star li bajarê Bonnê ya Elmanya bi armanca şermezarkirina komkujiya cindirêsê, piştgiriya xwe ya bi gelê navçeya cindirêsê û Efrînê ya dagirkirî re xwepêşandanek bi rêxistin kir.

Bi dehan endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD,  Kongra Star beşdarî çalakiya Kongra Star a li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî bûn.

Xwepêşandanan alên Kongra Star, Yekîneyên Parastina Gel û Jin (YPG, YPJ), wêneyên şehîdên Komkujiya Cindirêsê hildan.

Tê  de li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk, li ser navê pêkhateya Elman jî axaftinek hat kirin.

Di axaftina li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê de hemû şehîdên şoreşê hatin bibîranîn û wiha hat gotin: “Di şexsê şehîdên navçeya Cindirêsê ya dagirkirî de, cangoriyên Newrozê, em hemû şehîdên Newrozê û şehîdên şoreşê, Xeta Azadiyê bi bîr tînin, em li ber mezinahiya wan bejina xwe ditewînin, ji malbatên qurbaniyên Newrozê û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin, ji hemû birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazin.

Her weha Berdewam kir ‘Ji bo temamkirina vê zîhniyeta ku bi dehan sal dewam dike,  di her meha adarê de tê meşandin, behsa komkujiya Helebçeyê ya ku li Başûrê Kurdistanê ku hat serê gelê Kurd û komkujiya 12’ê Adarê ya li stadyûma Qamişloyê ku bi dehan kurd û ciwan hatin qetilkirin,  dîsa di sala 2007’an de jî 3 ciwan  Li bajarê Qamişlo jî ji ber heman zihniyetê di şeva 20’ê Adarê  de şehîd ketin, ev zîhniyet di çar parçeyên Kurdistanê de tê meşandin’.

Li gotina xw zêde kir’Ev zîhniyeta serdest a faşîst, ji ber ku fikra azadî û rûmeta gelê Kurd qebûl nake, lewma hê jî didome’.

Di berdewamiya axaftina xwe de got, “Dewleta Tirk bi artêşa niştimanî dixwaze herêmên Kurdistanê dagir dike û gelê Kurd li bajarê Efrînê yê dagirkirî digire. Û bal kişand ku dewleta Tirk  ji dîroka dagirkeriyê de, di nava 5 salan de bi sedan kes girtin., her wiha hegemonyaya xwe li ser gel ferz dike.’

Di axaftina li ser navê pêkhateya Elman de pêkanînên dagirkeriya Tirk ên li herêmê (guhertina demografîk, dagirkerî, qirkirin û girtin) hatin şermezarkirin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelê Efrînê û silavkirina tekoşîna li qdê bi dawî bû.

Back to top button