DaxuyanîNûçe

Meclisa Kongra Star; Li dijî tecrîta li Îmralî  ya mutlaq û bê navber, em ê berxwedan û têkoşînekî mûtlaq û bê navber bidin meşandin 

Bi hatina 4ê nîsanê meclisa Kongra Star bi daxiyaniyekê ji bo bilindkirina asta têkoşîneke mutlaq ya azadiya fizîkî ya Rêbertî kir

bi boneya hatina 4ê nîsanê meclisa kongra star bi daxuyaniyekê pêşwazî kir di daxuyaniyê de wiha hat eşkere kirin;

Rêberê Konfederalîzma Demokratîk a Gelên Cîhanê Abdullah Ocalan ev 24’in di vê zindanê de, di dîroka mirovatiyê de berxwedanekî bêhempa raber kir û raberdike.   Di destpêkê de em vê berxwedana dîrokî silav dikin, di rojbûna mîmar û kedkarê azadiya jinê Rêber Apo de, soza şopandina paradîgmaya wî nû dikin.

herwiha meclisê di berdewamiya daxuyaniya xwede bal kişand li ser sîstema ku di girtîgeha Îmraliyê de û bi giştî bê hiquqiya li ser girtiyan tê ferzkirin wiha diyarkir ;Ji bo însan ji civakîbûn, dîrok û însanyeta xwe dûrbikeve, sîstema Îmralî ya bi polîtîkayên pir alî hatî pêşxistin, ji aliyê hêzên navnetewî yên komploger ve her tim tê şopandin û bi polîtîkayên nû ve pêvajoyê digrin dest. îspata wê ya herî şênber û balkêş, di meha Îlûna sala 2022’an de CPT’î çû Îmraliyê, tevî îsrar û hewildanên raya giştî û yên Rêber Apo, çi daxuyanî nedan.   Komîteya pêşî lêgirtina Îşkencê ya Avrûpayê CPT’î, rapora xwe ya 1’ê Çileya 31’ê 2022’an digre nav xwe ya 32. di 30’ê Adarê de weşand. Di vê raporê de her çendî gotibin; “ me ziyareta Îmralî kiriye jî.” lê di derheqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Ömer Xeyrî Konar, Weysî Aktaş û Hamîlî Yildirim de, agahiyên saxlem û zanyarî nedane.

Di raporê de; “ Baldariyekî taybet li ser agahiyên di derheqê girtiyan, kar û xebatên wan ên civakî û peywndiyên wan ên ji cîhana der ve de, hatiye çêkirin.” lê belê wan ne raya giştî û ne jî gumanên me dane derbaskirin. Li ser de jî li gorî rapora CPT’îyê, ziyareta Îmralî ne di bernameya wê de bû, ango serdanekî taybet bû, tevî wê jî ne piştî serdanê ne jî di rapora xwe ya fermî de cih nedan vê rewşê û ne nirxandin, ev jî bi me re gelek şik û gumanên mezin avadike. Ev perçikandina hemû huquqa nav netewî exlaq û wîjdana wê ye.  Ev politikayên komplogerên navnetewî, di kesayeta Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd û gelên Rojhilata navîn  pêşxistîn; înkara mîsyon û nasnameya Rêber Apo ya bûyî malê civak û mirovahiyê, tirsa ji hêz, bandor û Rêbertiya wî ye.

di berdewama daxuyaniyê de behsa mafê Rêbertî û girtiyên din ên li Îmraliyê heye ku bi parêzer û malbatê re hevdîtinan çêbikin û wiha domand;Li gorî hevpeymana mafê mirovan a Awrûpa û hiqûqa navnetewî,  tevî mafê Rêbertî û girtiyên din ên li Îmraliyê heye ku bi parêzer û malbatê re hevdîtinan çêbikin jî, lê di van her du salên dawiyê de li Îmralî hevdîtinekî herî biçûk jî çênebûye û ji wan agahî nîne, tecrîta mutlaq a hişk hatiye pêkanîn.  Di du salên dawiyê de, hevdîtina CPT’iyê ya di Îlûna sala 2022’an de hatî kirin a destpêkêye, tê zanîn û bi raya giştî re hatiye parvekirin.  Tevî hin nîqaşên wekî Rêber Apo derneketiye hevdîtinê û hevdîtin çênebûye pêşketin jî, lê belê di 6 mehên derbas bûyî de CPT’iyê daxuyaniyekî ku wîjdana raya giştî rehet bike nedaye.  Ev jî rewşekî bi tamamî li dijî misyona CPT’iyê ya “li dijî îşkence û astengkirina wê ye” û bê hiqûqîye. Di raporê de tenê dibêjin Îmralî hatiye ziyaret kirin, lê qala çavdêrî û pêşbîniyên xwe nakin, ev jî îspata wê ye ku CPT’î jî parçeyekî pêşxistina sîstema îşkence û tecrîta li  Îmralî ye.

Ji bo tecrîta mutlaq a van du salên dawiyê ya li dijî Rêber Apo û girtiyên şoreşger ên li Îmraliyê  tê meşandin were şkandin û valaderxistin,  em banga jin, ciwan, dost û rayagiştî ya demokrat dikin ku, li dijî rapora CPT’iyê çalekiyên demokratîk ên ku zextê çêbikin pêş bixin.

meclisa Kongra Satar di dawiya daxuyaniya xwede wiha got; Li dijî vê bê hiqûqiyê, bi rêyên hiqûqî, çalekiyên dermokratîk, ragihandin û weşanan re li ser piyan bin, şiyarbûn zêde were pêşxistin û em CPT’î û saziyên peywendîdar ên li Ewrûpayê neçar bikin, gavên şkandina sîstema îmraliyê biavêjin. Hemû kes, jinên têkoşînvan, jinên hiqûqnas, saziyên hiqûqî û di destpêkê de gelê me yên li Aurûpa jiyan dikin û dostên me, em bangawaziya protestokirina vê helwesta CPT’iyê dikin, ji bo valederxistina vê em bangawazî dikin ku hewildanên wan ên demokratîk pêş bikevin. Li dijî tecrîta li Îmralî  ya mutlaq û bê navber, em ê berxwedan û têkoşînekî mûtlaq û bê navber bidin meşandin, em ê sîstema Îmraliyê ya şerma mirovahiyêye bişkînin.

 

Meclîsa Kongra Star

2/Nisan /2023

 

Back to top button