Arşîv

‘Perwerde rêya xelasiya jinan e’

Rêxistina Kongreya Star a Helebê bi tevlêbûna jinên ji hemû pêkhateyan 144 dewreyên perwerdeyê vekirine. Endama Rêveber a Kongreya Star Heyfa Hesen der barê mijarê de got ku dewreyên perwerdeyê rêya xelasiya hemû jinan e.

Piştî Kongreya Star yekem kongreya xwe li dar xist, têkilî di navbera kongreyê û jinên ji hemû pêkhateyan de xurttir bû. Kongreyê der barê mijarên perwerdeyê de karîbû gelek mijarên cur bi cur di aliyê rêxistinî û bîrdozî de li gorî bernameya perwerdeyê bide meşandin.

Tê zanîn ku girîngtirîn xebatên Kongreya Star, Komîteya Perwerdeyê ye. Ji ber ku komîte ji bo xelasiya jinan ji zîhniyeta baviksalar, gavên mezin avêtine. Hejmara dewreyên perwerdeyê yên ku jinên taxa Şêxmeqsûd bi hemû pêhateyên xwe tev lê bûye, gihaşt 144 dewreyan, li taxên Şêxmeqsûd û El-Eşrefiyê (Benî Zêd) hatin organîzekirin.

Dewreyên perwerdeyê mîsogeriya pêşxistina jinan e

Kongreya Star bi armanca pêşxistina jinan di hemû waran de û ji bo ku ji civaka xwe vekirîbe, 144 dewreyên perwerdeyê vekirin.

Waneyên ku li dewreyên perwerdeyê tên dayîn ev in: Girîngiya perwerdeyê, rexne û rexnedayîn, rêveberî, komîn û meclis, rêziknameya Kongreya Star, niştîmanî, rastiya rêvebirinê, civaka xwezayî, dîroka jinan, şerê taybet û parastina rewa.

Wane li gorî rewşa heyî dihatin dayîn û her wiha waneyên dîtir ji bo pêşxistina şarezayiyên jinan di warên çandî, şêwaza rêvebirinê û her wiha koordînekirina kar û erka xwe li hemberî malbatê dihatin dayîn.

Li gel dewreyên vekirî û girtî, Komîteya Perwerdeyê bi armanca belavkirina zanebûnê, civînên heftane li dar xistin.

Encamên dewreyên perwerdeyê

Dewreyên perwerdeyê ku Kongreya Star orgenîze kiribûn, bandoreke erênî li civakê dike.

Girêdayî vê mijarê endama rêveber a Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd Hefa Hesen got ku ew wek Komîteya Perwerdeyê bi armanca rizgarkirina jinan ji qeydên civakê û xurtkirina şarezayiyên wan di rêvebirina jiyana malbata xwe de, gelek dewreyên perwerdeyê orgenîze kirine.

Heta niha hejmara jinên ku tev li dewreyan bûne gihaşt 2 hezar û 280’yan, ji wan 175 jin tev li perwerdeyên vekirî bûn, 44 jin tev li dewreyên girtî bûn û yên mayîn tev li dewreyên heftane bûn.

Di dawiya axaftina xwe de Heyfa xuya kir ku baweriya şêniyan ji perwerdekirina jinan gihaşt asteke bilind ji razîbûnê û bi taybet jinên ereb ku xwe radestî qeydên civaka xwe kiriye.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27