ArşîvÇalakî

100 dar Ji bo pîrozkirina rojbûna Rêbertî hat çandin

Zêdeyî 100 dar ji aliyê Komîteya Aboriya Jinê û desteya Jîngehê ve bi hevkariya Kongra Star li Baxçeya Rêbertî a gundê Siftekê hatin çandin.

Bi diruşmeya “Rojbûna Rêber Ocelan vejîna jiyana azad e” û di çarçoveya çalakiyên ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Abdullah Ocelan de, îro zêdetirî 100 dar li Baxçeya Rêbertî a kantona Kobanê hatin çandin.

Bi dehan endamên sazî û dezgehên sivîl,  partiyên siyasî, Kongra Star, endamên tevger û rêxistinên jinan beşdarî çandina daran bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hilgirtin û pankarta bi zimanê Erebî û Kurdî  ku  ‘ Rojbûna Rêber Ocalan, vejîna jiyana azad e’, hatbû nivîsandin û qêrîna dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bilind kirin bûn.

Pişt re deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdan rawestiyan,  Di çalakiyê de, rêvebıra kongra star ya Navçeya Şêranê Lutfiye Silêman axivî, 4`ê Nîsanê pîroz kir û wiha got: “Rojbûna Rêbertî ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, hilhatina rojeke nû ye. Ji lew re em ê bi hemû hêza xwe hewl bidin ku tecrîdê bi dawî bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.”

Di dawiya çalakiyê de 100 darên merxê li bexçeya  Serok a li gund hatin çandin.

Back to top button