Arşîv

Kongreya Star 3 meclis ji nû ve ava kirin

Kongreya Star li navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer civînên berfireh li dar xistin û meclisên nû ava kirin.

Kongreya Star li navçeyên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa yên kantona Qamişlo di çarçoveya amadekariya lidarxistina kongreya xwe ya giştî de civînên berfireh li dar xistin û meclisên nû ava kirin.

Bi dehan jin û endamên saziyan ên ji her sê navçeyan beşdarî civînan bûn. Di civînan de rêxistina hundirîn a Kongreya Star hate xwendin, her wiha endamên rêveber ên kongreyê axivîn û bal kişandin ser girîngiya rola jinan di hemû qadên jiyanê de.

Piştî axaftinan hilbijartin hatin lidarxistin û li her sê navçeyan meclisên nû hatin avakirin. Her meclisek ji 13 endaman pêk tê.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27