Arşîv

19’ê Tîrmehê hêviya jinên azad û qêrîna têkoşînê ye

Pergala yekperest a ku bi salan e li Rojhilata Navîn di şexsê jinê de civakê diçewisîne li ser her çar parçeyên Kurdistanê bandorek neyînî li ser azadiya gelê Kurd kiriye. Di nava vê pergalê de jin tenê wekî amûra namûsê hat nîşandan. Bi armanca têkbirina pergala yekperest û zihniyeta baviksalarî ku tenê têgeha namûsê li ser bedena jinê dida meşandin 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojava dest pê kir û bi serîhildana Kobanê vê şoreşê li cîhanê deng veda.
Gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê di serdema Rêjîma Baas’ê de ji hemû mafên xwe yên jiyanê bê par bûn, li vir pergala yek al, yek ziman û yek netew dihat meşandin. Gelê Kurd di nav vê pergalê de bê nasname dijiya. Zimanê Kurdî qedexe bû. Dîsa yên ku herî zêde di bin bandora vê pergala yekperest de diman jin bûn. Li dijî vê pergala ku mafên Kurdan ên herî rewa ji destên wan digirtin di 19’ê Tîrmeha 2011’an de Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Ev şoreşa hêviya siberojên ronî bû. Di bin esasên wekhevî û pirrengiyê de ev şoreş pêk hat û bû vejîna gel û têkoşîna jina azad.
Piştî Şoreşa Rojava, hilweşandina pergala yekperest a li Rojavayê Kurdistanê, di bin banê wekheviyê û demokrasiyê de gel hat birêxistinkirin, sazî, komele, navendên perwerdeyê, mala jinê, ji bo jiyanek wekhev avakirina komînan, kooparatîfên ji bo pêşxistina aborî, gundê jinê Jinwar, zanîngeha jîneolojî û beşên zanîngehê yên din, dibistan, nexweşxane hatin vekirin û avakirin. Jinan di qadên siyasî, aborî, perwerdeyê, çandê, hunerê de xwe pêş xistin. Di warê pêşketina jinê de Rêxistina Jinê Kongreya Star jî rol û misyonek girîng dilîze. Ji bo jin rola xwe ya di nava civakê de nas bike û her zindî bihêlin û bi vînek azad tev bigerin Rêxistina Kongera Star hat avakirin. Her wiha ji bo pêşîgirtina îstismara zayendî û ji bo mafê jinê neyê desteserkirin, jin neyên qetikirin Mala Jinê hat vekirin. Her wiha bi saya van rêxistin û saziyan sînorên ku pergala yekperest û bi vê yekê girêdayî civakê ji jinê re danîbû ji holê rabû. Her wiha zagonên ku pêşiya zewaca di temenê biçûk de dibire hat derxistin û pêşî li pirzewacê jî hat birîn.
Di warê aboriyê de pêşketinên girîng
Piştî Şoreşa Rojava di qada aborî de jî gavên girîng hatin avêtin. Jin bi çandiniyê eleqedar bûn, firina jinê hat vekirin, di warê bazirganiyê de jinê xebat kir. Bi saya aboriya komînal cewhera jinê ya dîrokî jî derket pêş. Bi pêşketina aborî û perwerdeyê jinê sînorê koletiyê pêl bi pêl hilweşandin.
Di qada çand û hunerê de jinên Kurd serkeftinên mezin bi dest xistin
Di bin navê Navenda Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn de xebatên çand û hunerî hatin meşandin. Kevana Zêrîn di pêşxistina çand û hunera resen a Kurdî de rolek girîng dilîze. Li ser esasên pêşketina çand û hunera Kurd civîn, konferans, şahî, çalakiyên cur be cur, atolyeyên cur be cur hatin lidarxistin. Di berfirehkirina qada çand û hunerê de, gelek navendên çand û hunerê yên gund û bajaran hatin vekirin. Di her qadê de jî jin bi roleke esasî radibe û kar û xebatên xwe jî dide meşandin. Navenda Kevana Zêrîn a jinan ku di Hezîrana 2017’an de şaxê xwe yê bajarê Qamişloyê vekir, kar û xebatên çandî bê navber dide meşandin.
Li Şehbayê jî xebaten Kevana Zêrîn dewam kir
Kevana Zêrîn piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li Kampên Şehbayê jî xebatên çand û hunerê kir. Endamên Kevana zêrîn ên ku li Efrînê jî kar û xebata xwe dikirin, piştî êrîşên dewleta tirk li hev kom bûn û gelek perwerdeyên wênexêziyê, govend û mûzîkê vekirin. Di nav her komekê de hejmarek mezin ji zarokan, jinan û ciwanan tev li van perwerdeyên ku hatine vekirin bûn.
Her wiha di warê qada pêşketina zimanê dayikê, qada dadgehî û perwerdeya zarokan de jî gavên girîng û demokratîk hatin avêtin. Di qada pêşketina civakî de bêyî ku cudatî di navberê keve jinên Ereb, Suryanî jî ji derfetan fêde girtin.
Avabûna Ciwanên Şoreşger û bandora wê ya li ser civakê
Ji dema ku Rejîma Baasê li ser piyê xwe bû û hîna xwedî hêz bû, ciwanên Kurd ji bo xwe bi rêxistin bikin ketin tevgerê, dest bi xebatê kirin û gelek ked dan ji bo avakirina yekîtiya ciwanên şoreşger a ji bo Şoreşa Rojava. Ciwanan feyz ji vê tevgerê girtin û beşdarî nava têkoşîna ji bo şoreşê bûn.
Li Rojava Çapemeniya Azad 
Yek ji zehmetiyên ku hatin kişandin avakirina çapemeniya azad bû. Di sala 2011’an de xebatên Ronahî TV li Cizîrê dihat meşandin. Lê di encama têkoşînên mezin de niha li her herêmê studyoyên Ronahî TV hene. Niha wekî radyo, televizyon, bername xebat didomin.
Avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)
Li gelek bajarokên Ereban mîna Tebqa, Reqa û Minbicê ji aliyê DAÎŞ’ê ve êrîş hatin kirin. Di pêşengtiya YPG YPJ’ê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hat avakirin. Reqa, Minbic ji DAÎŞ’ê hat paqijkirin.
Êrîşên li ser Efrînê 
Di 21’ê Çileyê de Tirkiyeyê û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kir. Di encama êrîşê de gelek cihên dîrokî hatin hilweşandin, bi sedan sîvîlî jiyana xwe ji dest da û bi sedhezaran kes koçber bûn. Bi Berxwedana Serdemê gelê Kurd têkoşînek mezin ji bo Efrînê da.
Back to top button