DaxuyanîNûçe

Meclisa Kongra Star: Dewleta Tirk xwest derbe li hevgirtin û yekitiya Kurdan bide

Meclisa Kongra Star êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî balafirgeha Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê de bi daxuyaniyekê şermezar kir û bang li Konseya Ewlehiyê kir ku berpirsyariyên xwe bîne cih.

Meclisa Kongra Star der barê êrişa li dijî balafirgeha bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da û êriş bi tundî şermezar kir.

Meclisê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker her tim bi awayekî hovane êriş Kurdistanê dike û siyaseta xwe ya qirker li dijî mirov, xweza, gund, bajar û dezgehan didomîne.

Meclisê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi vê êrişê, xwest ku hevgirtin û yekitiya di navbera Rêveberiya Xweser û Rêveberiya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) de ava bûye, bike hedef. Ji ber ku li hember van destkeftiyan xwe ranagire û wan qebûl nake.

Meclisê di daxuyaniya xwe de bang li Konseya Ewlehiyê ya NY`yê kir ku li hember mîna van êrişan berpirsyariyên xwe bîne cih û hesab ji dewleta Tirk a dagirker bipirse.

Meclisê êrişa li ser balafirgehê bi tundî şermezar kir û bang li Konseya Ewlehiyê û rêxistinên têkildar kir ku erk û berpirsyariyên xwe bînin cih.

Her wiha meclisê bang li gelê Başûr û Rojavayê Kurdistanê kir ku bi planên dagirkeriya Tirk neyên xapandin, ji bo têkbirina dagirkeriya li ser Kurdistanê û rizgarkirina wê, hevgirtî bin û bibin yek, asta têkoşînê mezin bikin.

Back to top button