DaxuyanîNûçe

Kongra Star: Dayika Uweyş nûnera xwedewandan bû

Meclisa Kongra Star a têkildarî wefata Dayika Rêberê Gelê Kurd Uweyş Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Meclisa Kongra Star dayika Uweyş bi bîr anî û got “Dayika neteweyî dayika Uweyş berhemekî bêhempa diyarî gelê Kurd kir, perwerde û têkoşîna dayika Uweyş hişt têkoşîna jinan zindî bibe û Kurd ji xewa mirinê şiyar bibin. Rêya azadiyê nîşanî jinan kir.”

Bi boneya salvegera 30ʹemîn a koça dawîn a dayika Uweyş dayika Rêber Abdullah Ocalan, Meclisa Kongra Star daxuyaniyeke nivîskî weşand. Kongra Sar got: “Mafê dayiktiyê mafekî pîroz, ji bo perwerdekirina zarokan em ê xeta dayê Uweyş esas bigirin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Belê ev bû 30 sal, dayika Uweyş a serhilêdêr, nûnera xwedewandan, jina bi axa xwe ve girêdayî, li dijî bêmafiyê têdikoşiya, jina ku sîstema baviksalariyê li ser xwe qebûl nedikir û amade bû ku ji bo azadiyê bedelên mezin bide, jina çanda welatparêziyê di xwe de dihewîne, jina wêrek ji nav me koç kirî. Em wek Meclisa Kongra Star Dayika Neteweyî Dayika Uweyş bi rêzdarî bi bîr tînin.

Em dibêjin mafê dayiktiyê mafekî pîroz e û  ji bo ev maf were bidestxistin, ji bo êdî dayik bikarin zarokên xwe li gorî çand û dîroka xwe perwerde bikin, ji bo çavên dayikan li rêya ewladên wan neminin, ji bo zarok di welatê agir û rojê de azad bijîn, em ê xwedî li mafê dayiktiyê derkevin û ji bo perwerdekirina zarokan em ê xeta yadê Uweyş ji xwe re esas bigirin.”

Meclisa Kongra Star da zanîn ku Dayika Uweyş berhemeke bêhempa diyarî gelê Kurd kir, perwerde û têkoşîna wê hişt ku têkoşîna jinan zindî bibe û Kurd ji xewa mirinê şiyar bibin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Dayika Neteweyî dayika Uweyş rêya azadiyê nîşanî jinan kir. Dayika Uweyş dibistana destpêkê bû ku rêberekî wekî Rêber Apo ji bo cîhanê bûyî roj û ronahiyê belav dike û azadiya jin asas digire. Li ser esasê vê fikir û ramanên rêberê rêberan Rêber Apo, îro bi hezaran jin li serê çiyên Kurdistanê, li warê xwedewandan, ji bo nûjenkirina eşqa Mem û Zîn, Edûlê û Derwêşê Evdî, Xecê û Siyabend tê dikoşin. Di encama vê felsefeye de îro li cîhanê bi milyonan însan li ser felsefeya ʹJin, Jiyan Azadîʹ tê dikoşin. Ev hemû bingeha xwe ji perwerdeya rast, kesayeta serhildêr a dayika Uweyş digire.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di kesayeta dayika Uweyş de careke din hat îspatkirin ku, jin bingeha hemû afirîneriyê ye, jin mamosteya herî mezin e, jin hem nîvê civakê ye, hem jî nîvê din perwerde dike. Her wiha hate gotin: “Ev e ya ku dijminên mirovatiyê ditirsîne û îro jinên têkoşer, jinên li meydanan mafê xwe yê dayiktiyê diparêzin, jinên zarokên xwe dest bi pergala baviksalariyê ve bernadin, xwedî li çand û dîroka xwe derdikevin, Dayikên Şemiyê dike hedef. Em bi vê wesîleyê dibêjin ku Dayikên Şemiyê jî ne bi tenê ne. Wê bi têkoşîna mirasa dayika Uweş hiştî, têkoşîna Dayîkên Şemiyê û bi hazaran lehengî em ê bigihên jiyanekî wekhev û azad. Rêber Apo digot; “Şoreşa Başûr Şoreşa Jinanê ye.” Belê Em îro dinêrin, tovê vê şoreşê mezin bû û di pêşengtiya jinan de li Rojava Şoreş hat avakirin. Jin ji bo bi çand û dîroka xwe ve zarokên xwe mezin bikin tê dikoşin.

Bi vê boneye em bejna xwe li ber bîranîna dayika Uweyş, dayika neteweyî ditewînin, hemû dayikên şehîdan û jinên têkoşer, di salvegera koça dawî ya dayika neteweyî dayika Uweyş de bi bîr tînîn û dibêjin bila ruhê wê şad be.”

Back to top button