ArşîvHevpeyvîn

‘kêliyên azad bi rêbertî’

Dayika şervanê YPG'ê, şehîd Delîl da diyar kirin ku firkir û armanca Rêbertî ne tenê azadiya jina kurd dihewand nava xwe herwiha giştî azadiya jinên cîhanê digirt nava xwe' û em soza ku tekoşîna azadiyê bidomînin didin'.

Roja 11’ê Nîsanê salvegera 30’emîn a koça dawî ya dayika Rêber Abdullah Ocalan, dayika Uweyş e ku di feslefeya wî ya azadiya jinan û civakê de, gelekî bandor li wî kiribû.

 Dayika şervanê YPG’ê, şehîd Delîl  û yek ji dayîkên ku rêbertî di di salên 8’yî de  dîtiye, da diyar kirin ku firkir û armanca Rêbertî ne tenê azadiya jina kurd dihewand nava xwe herwiha giştî azadiya jinên cîhanê digirt nava xwe’ û em soza ku tekoşîna azadiyê bidomînin didin’.

Dayîka bi navê Heyfa mihemed ya ku Di salê 1980 yan de naskirina wê ji rêxistinê re çêbû, weha hestên xwe derbarê dîtina serokatî de anî ziman û got: ‘ew dem temenê min biçûk bû,yek ji wan hevalê wê demê heval Salîhe û ya din jî Bêrîvan bû.di wan salan de hinek lêkolînên min jibo naskirina partiyê çêbû,lê ne bi awayek kûr.

Di wan deman de ez weke keçekî bi tenê wiha difikirîm ku karê min ewe tenê di nav mal de pêwîstiya malê pêk bînim ,di wan deman de rewşa jin bi giştî wiha bû.

Wek malbat me biryar da em biçin Lubnanê û em çûn lubnanê piştî em gihiştin wir têkiliya me bi hevalên li wir re çêbû û êdî em bi hevalan re dixebitîn hevjînê min derbasî karê meşxelê bû û ezjî bi hevalan re jibo kar û xebata rêxistinkirinê diçûm nav gel.’

Heyfa di berdewamiya axaftina xwe de îşaret bi rewşa jin a berê ku ji dervî karê malê tiştek dinê nizanîbû û bi derketina tevgera azadiyê çawa fêrî gelek tiştan bû û wiha qala pêşketina xwe dikir; ‘Di wê demê de hevalan ez fêrî bikaranîna çêkê kirim di heman demê de wan ez fêrî xwendin û nîvisandina zimanê kurdî kirim,heya demekê em wiha xebitîn û piştî demekê bavê zarokê min ji meşxelê (kargeha hevalan) vegeriya hat mal wiha ji min re qal kir ku me îro serok dîtiye serok jî li van deran e li Lubnanê ye,dema ku ev jiminre hat gotin min eşq û heyecanekê min got xweziya minjî ew bidîta,bavê zarokê min wiha got dîtina serok pir zehmmete,min dengê xwe nekir lê her ma di dilê min de ,û êdî min wiha xebata xwe bi hevalan re berdewam kirin wek cephewiyekê bi hevalan re dadiketim nava gel,di gelek caran de civînên berfireh çêdibûn herwiha şahî di rojên pîrozbahî û munasebeyan de dihatin li darxistin ew dem em komek jin li hev kom dibûn û me xwarin jibo wan lahî û civînan amade dikir,evjî dibû sedema kêfxweşiyeke mezin jibo min.

Piştî demekê em du caran çûn serdana qampa mahsûm kormaz a leşkerî lê ew dem me serokatî nedît ,lê ji minre bû mereqeke mizin  ku serokatî bibînim.

Di wan pêvajoyan de ji ber rewşa ne bi ewle li Lubnanê hevalan pêwîstî dîtin ku jinan bişînin rojava û tenê mêran li wir bihêlin,mirov dikare bêje ev di navbera salên 1980 ê  û 1990î de dihat jiyîn,di piştî demekê hat qalkirin ku wê dîsa gel biçin Lubnanê serok wê li wir civînek ji gel re li dar bixe ,ew dem rewşa ewlehî nebaş bû lê dîsa jî jibo ku serokatî bibînim min hertişt da ber çavê xwe wêrekiyeke pir mezin ketibû dilê min de ,û em ketin rê daku em biçin Lubnanê qampa leşkerî a Mahsûm Korkimaz di  dawî de em gihiştin Qampê li wir rê nemabû ji girseyê li wir kom bibûn ,îcar jibo em derbasî civînê bibin em girse derbasî qada civînê bûn ew der jî çol e ciyê ku hevalan lê perwerda xweyî leşkerî û bîrdozî didîtin em li wir tev bi baldarî û kelecaneke mezin li benda hatina serok bûn ,dem di kêliyên ber bi êvarî bû hema çawa hat bi xêrhatina girseyê kir û dest bi axaftin kir heya destê sibehê roj li me da der ,mijarê ku serok di nirxandinê xwede li ser rawestiya evbû,kurd kîne,jin hebûneke çawaye,civak û jin û malbat çiye.’

Herwiha Heyfa Mihemed di berdewamiya axaftina xwe bal kişand li ser nirxandinê serokatî yên jibo analîzkirina pêşerojê û bûyerên ku wê biqewimin çine .wiha anî ziman ku ev bûyerên roja îro diqewimin ew dem dianî ziman pêşeroj ji wî ve zelal bû,di heman demê de îşaret bi rol û erkên jin jibo guhertin û veguhertina civakê kirçpiştî ku serok axaftina xwe bi dawî kir êdî li me bû sibeh û dema silav dayîna serok hat emê girse tev biçin silav bin serok lê ew dem kelecaneke nayê gotin bi min girt dilê min mîna saetê lêdida ewqas serok xwediyê heybetek mezin û bi bandor bû min digot qey ez dema bighêjim nêzîkî wî ezê bikevim xwar,ev sekna wî raman û kurbûna wî ya felsefîk ku si êvar heyanî destê sibê li ser piyan , bê rawestan axfî û nirxand,ew sekna wî em matmayî hiştin.

Di cara duyemîn de dema ku ez dîsa çûm serdana serokatî di sala 1990î de bû ew dem serok di gelek nirxandinên xwe de behsa koma yekem a ku ji çend hevalan pêk dihat kir û wiha bi nav dikir ew dendika bi hêz û bingehîn a şoreşê ye ,Heyafa Mihemed di axaftina xwede wiha ev bingeha bi hêz a ku ji vê komê pêk dihat bi nav kir ku her çendî tevgera azadiyê û gel û rêbertiya wê bi gelek êrîş û bêbextiyan re rû bi rû hat û hînjî tê ku wek em dizanin heya niha serokê me di nava çar dîwarên girtîgehê deye lê dîsa jî nikarîbûn vê tevgera azadiyê a ku li ser esasê vê koma ji çend hevala ava bû bi ser bikeve ,wer xuyabû ku di vê wêrekiya rêbertî de ji despêka ku ev şoreş li darxist dizanîbû ku berdêla wê giran be heya hesabê girtina xwejî dikir ,rêbertî xwedî kesayetek bi tedbîr bû lewma fikir li nava girseyê belav kir û bi cih kir,da ku ev şoreş her bidome û li ser piyan be,lewra herkes niha matmayî dimîne dibêjin çawa serokek ewqas salin di girtîgehê de ye lê dîsa jî ev şoreş hînjî li ser piyaye her diçe berfireh dibe ,pêşde çûna artêşa jin çi li çiyayên kurdistanê çi jî li bajaran xwe bi artêş kir bi hezaran keçên kur di qada şer de bi çek û rext cih digrin,bi sedan malbatan keçên xwe bi çek û rext kirin û kirin diyarî jibo şoreşê,serok ew kesayetbû ku mirov pir zû pê bandor dibûn,jiber ku insan dikir xwedî îrade perwerde dikir rê û rêbazê çawa jiyan bike jê re dida diyar kirin,serok sekna jina azad heval Sakîne Cansiz ji mere dikir mînak,lewra em îro dibînin fedayîyên jin ku evîndarê fikir û felsefeya Rêbertî bûn û li ser  bîrdoziya wî kesayeta xwe ava kiribûûn ji wan jî Heval Arîn Mîrkan,zîlan (zeyneb kinaci) bi hezaran jin cihê xwe di nava şoreşê de girtin bûn şopdarê Sakîneyan,û bi hezaran Tabûr hatin avakirin ev dihêle kerkes matmayî bimîne,em dikarin wiha penase bikin ku ev encama keda rêbertî a jibo azadiya jin û jin derxistina pêş û ew kirina pêşenga civakê ye.’

Heyfa di berdewamiya axaftina xwe de wiha da diyar kirin ku firkir û armanca Rêbertî ne tenê azadiya jina kur dihewand nava xwe herwiha giştî azadiya jinên cîhanê digirt nava xwe ,û wiha berdewam kir ku îro em mînakê vê di jinên hemû pêkhateyan de dibînin ku di şoreşa Rojava de jin ji hemû pêkhateyan berê xwe didin nava şoreşê û hebûna xwe azadiya xwe di fukira Rêbertî de dîtin ku ji azadî û daxwaza her mirovekî ku dilê wan ji bo azadiyê lêdide dibe bersiv bi hezaran jin fikra Rêbertî himêz kirin û berê xwe dan nava şoreşê bi jinên kurd re mil bi mil li hemberî dijminê hov berê xwe dan sengera azadiyê.

Di salên despêkê de ji naskirina min a ji rêxistinê re ew dem rewşa me weke gelê kurd di warê ewlehî de ne başbû ,lewma heya ku me belavokek ,dîmenê Rêbertî belav dikir dighande gel bi gelek zehmetiyan re em rû bi rû dihatin lê em dibînin îro wek serokatî digot em ji tinebûnê hatin hebûnê û raste vayek weke ku Rêbertî gotibû şoreşa me îro li Rojava li tevahiya cîhanê deng veda,û em dikarin bêjin ku di qada civakî de jinan gelek bûn destek ji kar û barê vê şoreşê û erk girtin ser milê xwe ,keç û kurê vî gelî tevlî şoreşê bûn û jinan madî jî destek dane şoreşê bi sedan jinan gustîl û gerden û guharên xweyî zêr didan alîkariya jibo gerîlayên serê çiya ,em dikarin li vir wiha penase bikin û him di warê manewî de him jî di warê madî de jin bûn dest ji bo pêşde birina şoreşê û erk girtin ser milê xwe bûn pêşengê civakê .lê ez vê jî ji bîr nekim em bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dihatin gelek ciyê ku em jibo alîkariyê berhev bikin  yanjî di malê wan de em civînan ji gel re li dar bixin  diçûn serdana wan wan berdidan me ji malên xwe.lê dîsa jî me dizanîbû weke ku Rêbertî digot ku berdêlên azadiyê giran û çetine,lewma em ji ti nêzîkbûnên neyînî û asteniyan bandor nedibûn li pêşiya kar û xebata me nedibû asteng û heya niha jî raste rêbertiya me di zindanê deye lê fir û felsefeya wî perwerdeya ku da civakê neket zindanan de û heya niha ev şoreş li ser piya ye wê heya azadiya fîzîkî ya rêbertî wê bidome û em her bi hêvîne û li ser vê hêviyê têdikoşin û li berxwe didin ,ez wek dayikeke şehîdan dayika Şehîd Delîl ku em amadene li bi li ser şopa rêbertî û şehîdên xwe bimeşin ,ya rastî mirov nikare bi axaftinan mafê penasekirina serokatî bide jiber ku serok ne tenê kesayeteke lê belê rihe ,ramane xeta pêşengê xeta azadiyê ye rêhevalê jin e ,jixwe dema mirov wêneyê Rêbertî dibîne çavê mirov lêdikeve hinavê mirov diricife ji heybeta wî ,lewra em çendî berdêlan jî bidin şehîdan bidin em rih can û zarokên xwe fedayî vê şoreşê û Rêbertî bikin em ne poşmanin ,em vê fedekariyê di gelê xwede bi gelemperî dibînin ku herroj gelê me bi êrîşan re rû bi rû tê lê ticaran naşkê di sekna vî gelê berxwedêr de û di şexsê Serokatî wê ev şoreş bi ser bikeve û emê ticaran li hember polîtîkayên şerê taybet ê weke qutkitina avê herwiha ji rêderxistina civakê û ber bi bê exlaqiyê ve kişandin herwiha şerê îxanetê ticar bi bin nekevin,û gav bi paşde navêjin.êdî dijminê me ,cîhan û herkes gihiştiyê wê baweriyê ku ew nikarin gelê kurd bikin evdê xwe yanjî koka kurdan qir bikin.jiberku êdî ev gel li ser fikr û perwerdeya serokatî perwerde bûye herwiha xeta rêbertî ne tenê netewek ne tenê pêkhateyek hebûna hemû gelan û mirovahiyê digre nava xwe ev herdem jibo me buye çavkaniya hêz û bexteweriyê.’

Heyfa mihemed di dawiya axaftina wiha got;’Serok di dil û rihê me de ye emê her li ser xeta wî bimeşin em soza ku tekoşîna azadiyê bidomînin didin,herwiha emê bi israr li ser vê axêbin û vê axa ku her bostek ji vê axê bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin emê biparêzin ,em ewqas evîndarê serokatiya xwe û axa xwene lewra me karîbû em wek dayik tişta herî giranbuha li ber dilê xwe bikin gorî û bibin şopdarê sorkatî û şehîdan.’

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27