HevpeyvînNûçe

Rihan Loqo: Îmralî, berxwedanek mezin a têkoşîn û hebûnê ye

Berdevka Kongreya Star Rihan Loqo tecrîda girankirî ya li ser Rêber PKK’ê Abdullah Ocalan, çalakiyên 4’ê Nîsanê û hevdîtîna CPT’yê nirxand û got: “Berxwedana ku li Îmraliyê tê kirin, dîrokê dinivîsîne.”

Ev ji du salan zêdetir e tecrîdek girankirî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dike, dewleta tirk komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi cureyên cuda dewam dike ku tecrîd jî berdewamiya komploya navneteweyî ye. Gelê Kurd da ku agahiyekê di derbarê Abdullah Ocalan de bigire her roj di nava çalakiyan de ye. Herî dawî CPT’yê ragihand ku wan bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinek pêk anîne, lê di derbarê hevdîtinê de tu daxuyanî nehat ragihandin. Her wiha çalakî û pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê Rojbûna  Abdullah Ocalan bi çalakî û pîrozbahiyên cur be cur ji aliyê gelê kurd û dostên wan ve hate pîrozkirin. Van mijaran Berdevka Kongreya Star, Rihan Loqo bi berfirehî nirxand.

’24 salin komplo bi cureyên cuda dewam dike’

Rihan Loqo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wiha nirxand: “Di serî de em berxwedana dîrokî ya 24 salan li Îmraliyê bê navber berdewam dike, silav dikin. Bi navê tevahî jin û şoreşa jinê em silav û hezkirinên xwe yên germ ji Rêber Apo re bi rê dikin. Berxwedana ku li Îmraliyê tê kirin, dîrokê dinivisîne. Rêber Apo di nava çar dîwaran de dijî ku ev yek bi xwe berxwedanek pir mezin a têkoşîn û hebûnê ye. Ev 24 sal in komploya navneteweyî li ser Rêber Apo dewam dike. Her ku asta têkoşîn, xebat û yekîtiya netewan çêdibe, tecrîd li ser Rêber Apo girantir dibe.”

‘Naxwazin projeya netewa demokratîk ji bo cîhanê bibe felsefe’

Rihanê destnîşan kir ku desthilatdar naxwaze, fikir û felsefeya netewa demokratîk ya ku wekheviya gelan derdixîne holê, pêk were, loma tecrîdê giran dikin û wiha domand: “Naxwazin îradeya jina azad pêş bikeve û gel bi hev re di aramî û aşitiyê de bijîn. Di 9 salên dawî de her ku çû tecrîd girantir bû, ji ber projeya Rêber Apo belav dibe. Desthilatdar naxwaze projeya netewa demokratîk ji bo cîhanê bibe felsefe da ku bikaribin desthilatdariya xwe dewam bikin û xwe hakimê cîhanê bihêlin. Dewletên ku li ser xwîna civakê didin avakirin, herdem civak û jinê ji xwe re kole hildibijêrin. Hêzên desthilatdar li dijî aramî, aştî û demokrasiyê ne. Bi navê aştiyê bang dikin, lê tu aştî û demokrasî li gel wan nîne.”

‘Hêvî û îradeya ku digirin, ji Îmraliyê ye’

Rihan diyar kir ku biryar û soza wan ew e ku ew ê her dem têkoşînê li dijî hemû êrîşan xurt bikin û wiha pê de çû: “Roj bi roj gel di derdorê projeya netewa demokratîk de kom dibe û herkes dizane rêberê vê felsefeyê Rêber Apo ye. Hêvî û îradeya ku em îro digirin, ji Îmraliyê ye û ev yek heqîqetek e. Her ku êrîş li ser me xurt dibin, em ji Îmraliyê hêz, fikir, berxwedan û zanebûnê digirin. Dixwazin di şexsê Rêber Apo de gelê kurd qir bikin û nasnameya wan ji holê rabikin. Her wiha armanca wan a esasî jî îradeya jina azad a ku bi keda Rêber Apo pêk hatiye ji holê rabikin. Dema tecrîdê giran dikin vana hemûyan didin ber çavên xwe. Biryar û soza me ew e hûn çiqas tecrîdê giran bikin, em ê têkoşînê xurtir bikin. Em ê bi milyonan di derdorê Rêberê Apo de xelekên azadiyê çêbikin. Em ê li qadan bin û siyaseta dagirker, îmha û înkarê ji tevahî cîhanê re bidin eşkerekirin.”

‘Jin bi 4’ê Nîsanê re ji dayik bû’

Rihanê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wiha nirxand: “Gelek serhildanên kurdan pêk hat û gelek pêşeng û berxwedêr derketin, lê her dem zext, zor û bi êrîşên mezin xwestin van serhildanan ji holê rabikin. Rêber Apo di demek ku ewqas êrîş li ser nasnameya gelê kurd hebû, weke mîzgîniyek ji jin û gelê kurd re di 4’ê Nîsanê de ji dayik bû. Jin bi saya Rêber Apo heye û îro jin bi 4’ê Nîsanê re ji dayik bû, loma em vê rastiyê nikarin ji nasnameya xwe qut bikin. Gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Apo têkoşînek mezin di cîhanê de da meşandin ku têkoşînek ku em çawa bikaribin bi nasnameya xwe di welat û axa xwe de bijîn. Têkoşîna ku em çawa bikaribin bi rastiya xwe, hebûna xwe û nasnameya xwe bijîn. Nasnameya me bi Rêber Apo re teqez bû. Rêber Apo ji bo gelê kurd pêşengtiyek mezin kir ku îro bûye Rêberekî netewî. Îro bi milyonan kurd li her aliyên cîhanê hene û bi îradeyek xurt li hember her cure desthilatdariyê têdikoşin. Ruhê têkoşîn, berxwedan û zanebûnê ji Rêber Apo hatiye girtin.”

‘Di sedsala 21’ê de jin pêşengtiya şoreşê dike’

Rihanê di dewamiya gotina xwe de teqez kir ku îro jin pêşengiya şoreşê dike û wiha lê zêde kir: “Jin çawa ku di dîrokê de bi pêşengtiyek mezin radibû, îro cardin jinê ew pêşengtî bi dest xistiye û di sedsala 21’ê de jin pêşengtiye şoreşê dikin. Her wiha îro jin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî pêşengtiya serhildanê dike. Li her aliyên Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê jinên Kurd pêşengtiya doza azadiyê dikin. Ev yek bi wergirtina berxwedana Îmraliyê û zanebûna felsefeya Rêber Apo daye me pêk hat.”

‘CPT’yê çima tiştek eşkere nekir?’

Rihanê bal kişand hevdîtina CPT’yê ya li Îmraliyê û wiha domand: “Di Îlona 2022’yan de CPT’yê serdana Îmraliyê kiriye, lê mixabin CPT’yê heta niha jî ji raya giştî û gelê ku baweriya wan ji fikir û felsefeya Rêber Apo re tê, tiştek eşkere nekiriye. Çima nehatiye eşkerekirin? Em li ser navê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rexne û şermezar dikin. Rêberê ku ji bo mirovahiyê berxwedanê dikin, çima CPT li hemberî zilma li wan tê kirin, bêdeng dimîne û çima encamên hevdîtinê eşkere nake û çima em rewşa Rêber Apo nizanin? Dixwazin hîn zêde tecrîdê giran bikin û ji jin û civakê re nabêjin. Ev yek tê wê wateyê ku tirsek mezin dijîn û planên mezintir çêdikin.”

‘Rojbûna te pîroz be Rêberê min’ 

Rihanê bal kişand ser azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û wiha got:”Em ji tevahî dilsozên azadiyê re dibêjin ku me çawa Newroza 2023’yan li tevahî Kurdistanê bi yek ruh û yek dirûşma ‘Bê Serok jiyan nabe’, pîroz kir, em cardin dibêjin em azadiya fizîkî ya Rêber Apo dixwazin. Her wiha bi hatina 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo re, weke jin me rojbûna Rêber Apo pîroz kir. Em bi vê boneyê 4’ê Nîsanê cardin li jinan û gelê azadîxwaz pîroz dikin û em dibêjin Rojbûna te pîroz be Rêberê min û rojbûna te rojbûna me û jiyana azad û jiyanek nû ye. Me peyamên ku ji bo Rêber Apo di Newrozê de da, bi 4’ê Nîsanê re li tevahî qad, bajar û gundan pêşengtiya vê rojê jinê kir, soza têkoşîn, berxwedan û dilsoziya Rêbertî re û soza azadiya fizîkî ya Rêber Apo cardin hate dayîn.”

‘Em ê bi Rêber Apo re azad bijîn’

Rihan Loqo herî dawî diyar kir ku armanca wan a sereke şikandina tecrîda girankirî û azadiya fizîkî yê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha bi dawî kir: “Çiqas tecrîd giran bibe, soza ku di 4’ê Nîsanê de hatiye dayîn, em ê asta têkoşîn, berxwedan û şikandina tecrîdê ji xwe re bikin armanc. Em ê bi Rêber Apo re azad bijîn. Her ku tecrîd giran bibe, em ê têkoşînê xurt bikin û projeya netewa demokratîk hîn zêde belav bikin. Rêber Apo ji bo jinan û ji bo tevahî cîhanê ev felsefe derxist û got ji bo azadî, aramî û wehkeviyê, bijîn. Dê soza me ew be ku em hîn xurt bibin û bi ruhê berxwedana Îmraliyê tecrîdê bişkînin û bi Rêber re azad bijîn. Rêber Apo di dilê me de ye û bi ruh û jiyana xwe em her bi Rêber Apo re ne. Nikarin me ji Rêber Apo qut bikin.”

çavkanî : Jınnews

12 Nîsan 2023

 

 

Back to top button