DaxuyanîNûçe

Kongra Star bi daxuyaniyekê salvegera 6′emîn a şehîdên Qereçûxê bi bîr anî

Meclisa Kongra Star têkildarî salvegera 6′emîn a şehîdên Qereçûxê bi rêzdarî û hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin got, "Em ê xeta şehîdên xwe bişopînin, têkoşîna xwe bilind bikin, piştgiriyê didin hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û destekê didin beyannameya Rêveberiya Xweser a ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê."

Meclisa Kongra Star têkildarî salvegera 6′emîn a şehîdên Qereçûxê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev yek hate gotin:“Bi navê Meclîsa Kongra Star em salvegera 6′emîn a şehîdên Qereçûxê bi rêzdarî bi bîr tînin û hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin û bejina xwe li beramberî wan ditewînin ,şehîdên ku di dîrok/25/4/2017/ şehîd bûne. Ew şehîd di encama êrşeke baleferên şer ên dewleta dagirker de li ser Rojavayê Kurdistanê şehîd bûn. Ew dewleta faşîst ji ber ku naxwaze statoyek ji gelên herêmê re hebe û xwe bi rê ve bibin, şerê wê dike. Ji ber wê yekê her tim bi şer , pêvçûnan , êrşên hovane û çekên qedexekirî yên kîmiyesal bi kar tîne. Lê ev şêwazê siyaseta qirkirinê  gihîştiye asata xetimandinê, ji ber wê yekê êrşên xwe li seranserî Kurdistanê berdewam dike û bi teybetî jî li seranserî Rojava ev êriş berdewam in û rojane  kuştin, revndina mirovan ,îşkence, komkûjî, wêrankirina xwezayî û hemû binesaziyan hedef digire.

Carekî din em şehîdên xwe bi bîr tînin û bejina xwe li beramberî wan ditewînin. Soza me, em ê xeta şehîdan bişopînin û em deyîndarên şehîdan in û bi teybetî jî şehîdên pêşeng ên xeta jina azad. Em ê asta têkoşîna xwe heya serkeftinê misoger dikin, bilind bikin. Em Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bikin. Em piştgiriyê didin beyananmeya Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê û destekê didin hilbijartinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. “

Back to top button