ÇalakîNûçe

Jibo bîranîna şehîd Hevrîn Xelef dar hatin çandin

Di bin diruşma kampanyaya Platforma Jin a Ekolojî ya Rojava ; li dijî çekên kîmiyawî yên welatê me dixin zelzelstan û çolistan, emê daristanan ava bikin. 

Di 14ê sibata 2023 li bexçeyê şehîdan a bi ser bajarê qamşlo ve ji aliyê pilatforma jin a Ekolojî ve  bi daxuyaniyeke jibo bersivdayîna ji êrîşên  bi çekên kîmyewî ê der mirovî ku hemû zindiya dixe hedefa xwe û dibe sedema jiyaneke ne aram û ne tendurust ,herwiha  di bin duruşmeya ; li dijî çekên kîmiyawî yên welatê me dixin zelzelstan û çolistan, emê daristanan ava bikin hemleya xwe ragihandin,li ser vê ferasetê duh jî di 25ê Nîsana 2023an de ku dikeve roja salvegera şehîdên Qereçoxê de dar hat çandin

û wek berdewamiya çalakiyên kampanyayê…

Bi hemahengiya Partiya Sûriyeya Pêşerojê û bi amadebûna dayika şehîd Hevrîn Xelef û rêveberiya Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Sîham Daûd.

Û endamên koordînasyona Kongra Star û komîteyên wê

Ji bo bîranîna şehîd Hevrîn Xelef darên tutan hatin çandin. Di Akademiya Aboriya Civakê de, di çarçoveya tolhildana jinên pêşeng ên li hemberî dewleta dagirker a ku îrade û azadiya jinê dike hedef.

Back to top button