ÇalakîNûçe

​​​​​​Kongra Star bi girseyeke mezin a jinan bi mîtingeke coş piştgirî dan namzetên Partiya Çepên Kesk

Jinan li bajarê Qamişlo piştgiriya xwe ji namzetên Partiya Çepên Kesk re di hilbijartinên Tirkiyeyê de nîşan da û got Partiya Çepên Kesk partiya herî guncaw ji bo armanc û têkoşîna jinan e û bang li jinên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê kir ku berê xwe bidin ser sendoqên hilbijartinan.

di danê sibehê de dîrok 3ê gulana 2023,Kongra Star çalakiyeke piştgiriyê bi namzetên Partiyên Çepên Kesk re di hilbijartinên Tirkiyeyê de bi dirûşma “Qirkirina siyasî sûc e, dengê xwe bidin jinan” li dar xist.

Di çalakiya piştgiriyê ya li qada Yarîgeha Heysem Keco ya li Qamişloyê de, bi sedan jinên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û ji hemû bajar û navçeyên herêma Cizîrê, nûnerên ji sazî, meclis, desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê beşdar bûn.

Jinan di çalakiyê de pankartên ′Her tişt ji bo Azadiyê′ û ′Silav ji Kooordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê′ û ala Partiya Çepên Kesk hildan.

Di çalakiyê de li ser navê Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo berxwedan û têkoşîna jinên Bakurê Kurdistanê ya ji bo pêkanîna demokrasiyê di hilbijartinên Tirkiyeyê de silav kir û wiha got: “Ji qadên şoreşa jinan em berxwedana jin û ciwanên Bakurê Kurdistanê; ji Amedê heta bi Cizîr, Dêrsim, Meletî û Batmanê silav dikin.”

′SERKEFTINA HILBIJARTINÊN DEMOKRATÎK BI PÊŞENGIYA JINAN E′

Rîhan bal kişand ser têkoşîna jinan li Kurdistan û Rojhilata Navîn û wiha domand: “Ji ber ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedaneke dîrokî raber kir û li Rojhilatê Kurdistanê raperîn pêk anîn, îro careke din li Bakurê Kurdistanê bi vîn û israreke mezin beşdarî hilbijartinan dibe ku edalet, demokrasî û aştiyê pêk bîne. Em bawer in ku hilbijartin bi pêşengiya jinan bi ser bikeve.”

Rîhan got hilbijartinên 14′ê Gulanê ji bo hemû gelên azadîxwaz ên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê ne û wiha pê de çû: “Dê ev hilbijartin dîrokeke nû ji me re binivîse.”

Rîhan di dawiyê de bang li jinan kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û wiha got: “Li Bakurê Kurdistanê jinên rola wan di civakê de heye û banga ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dikin, tên girtin û ceza li wan tên birîn. Ji lew re em berxwedana girtîgehan silav dikin, bi taybet berxwedana girtîgeha Îmraliyê. Em piştgiriya xwe bi Partiya Çepên Kesk re ku ji bo azadiya jin û ciwanan tê dikoşe, nîşan didin.”

′AVAKIRINA KOMAREKE DEMOKRAT′

Endama Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê Yusra Derwîş têkoşîna jinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pîroz kir.

Yusra wiha got: “Em silavên xwe yên şoreşgerî ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re rê dikin. Peymana Lozanê bi dawî dibe û Erdogan jî nefesa xwe ya dawî di hilbijartinan de dikişîne.”

Yusra di dawiyê de got: “Tenê hebûna Partiya Çepên Kesk û tevgera jinan di hilbijartinên li dijî Erdogan de serkeftin bi xwe ye. Dilê me bi we re ye ku xewna Mazlûm Dogan û Kemal Pîro a avakirina komareke demokrat pêk bînin.”

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27