Arşîv

Yekîtiya Jina Azad konferansa bi biryaran bi dawî kir

Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê  duyemîn Konferansa xwe bi biryaran û hilbijartina rêveberên nû bi dawî kir.

Duyemîn Konferansa Yekîtiya Jina Azad a herêma Şehbayê vê sibehê bi tevlêbûna 150 endaman û bi dirûşma “Azadiya jinan mîsogeriya azadiya civaka demokratîk e” dest pê kiribû.

Piştî axaftina destpêk, rewşa siyasî û rêxistinî hatin nirxandin.

Paşê endama Koordînasyona Yekîtiya Jina Azad Necah Hisên rêziknameya yekîtiyê xwend, beşdaran jî li ser bendên wê erê kirin.

Piştî nirxandin û nîqaşkirinê rêze biryar hatrin girtin.

Biryar ev in:” Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn dewamkirin, xebat li gorî rêgeza Netewa Demokratîk were meşandin, akademikiyên taybet ên jinan werin vekirin,  xebatên komîteyên perwerdê, şaredarî û hawirdor, karûbarên civakî, çand û huner, aborî, parastina cewherî, jina ciwan û têkiliyên diblomasî xwerin xûrtkirin, vekirina projeyên aborî û civakî, rêgirtina li ber kevneşopiyên civakê ku li ber azadiya jinê dibin bend, xwedîkertina li hevjin û zarokan şehîdan û desteka jinên ku rastî tundiyê tên were kirin “.

Ji bo hilbijartina Meclîsa Koordînasyona Yekîtiya Jina Azad dengdan pêk hat, di encamê de 10 rêveberên koordînasyonê hatin hilbijartin.

Endamên ku nû hatine hilbijartin sond xwarin ku ew ê li gorî baweriya gel bin.

Konferans bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan û Azadî” bi dawî bû.

Back to top button