GotarNûçe

Çareseriya Cinsiyetparêziyê Çi Ye?

Dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî yek ji rêbazên li xwe veger û rizgarkirina ji cinsiyetparêziyê ye.

Nehîr Pale

Di têkiliya jin û mêr de gelek kêm û kurtî hene, ev kêm û kurtî bi kesan re sînordar nemaye û giştî bûye. Para cinsiyetparêziyê di vê yekê de çi ye? Em ê çawa li hemberî cinsiyetparêziyê têbikoşin û bi kîjan rê û rêbazî xwe ji cinsiyetparêziyê rizgar bikin?

Kok û rehên cinsiyetparêziyê gelekî kûr in, ji şikandina yekemîn a jin re ku 4000 BZ ji Sûmeran destpêkiribû û heyanî roja îro berdewam dike. Ji xwe vê cinsiyetparêziyê ne tenê jin her wiha civak jî tarûmar kiriye û jin ji aliyê ruhî û fikrî ve parçe-parçe kiriye ku gihîştiye asta êdî xwe nasnake û nizane ew kî ye? Dema ku tu ji jinekê bipirsê tu kî ye? Bê ku bifikire wê hema bi yek carê bibêje navê wê çi ye û ew keça kî ye, yan jî hevjîna kî ye û ji kuderê ye? Nasnameya xwe girêdayî bav û hevjînê xwe tîne ziman.

Pirsgirêkên di encama cinsiyetparêziyê de derdikevin ne tenê exlaqî ne. Mînak piştî ku jin 14`ê Îlonê sala 2022`an li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serî li hemberî sîstemê rakir û guhertina sîstemê xwest, dewleta Îranê heyanî rêbazê li dibistanan jehrîkirina şagirtên jin bi kar anî. Li dibistanên 25 bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêdetirî 1000 şagirtên jin hatin jehrî kirin. Li gorî nûçeyên ajansan heyanî roja 25`ê Nîsanê li dibistanên Kirmaşan û Tehran ên Îranê dîsa şagirtên jin hatine jehrî kirin. Her wiha piştî ku Talîban 15`ê Tebaxê 2021`an Afxanistan dagirkirin, çuyîna jinan a dibistan û zanîngehan qedexe kirin û dibistanên tenê şagirtên jin lê dixwînin, girtin, hemû jinên ku li saziyan dixebitîn ew ji kar sekinandin û mafê wan ê li saziyên dîtir bixebitin ji wan sitandin, piştre qedexe kirin ku jin biçin cihên vehesînê. Her wiha avahiya Wezareta Kar û Barê Jin girtin û avahî radestî wezareteke din kirin.

Li bajarê Helebê yê Sûriyê jî roja 26`ê Nîsanê 2023`an kuştina mêrekî ya du keçan ku temenê wan (13,14) salî ye ket rojeva medyayê. Ev mêr ne yekî ji wan keçikan dûre, bavê wan e û ew jî keçên wî ne. Mêr bê ku hesabê ol û civakê bike destdirêjî keçên xwe dike û wan qetil dike.

Çavkaniya van buyeran çi ye? Misoger; cinsiyetparêzî ye. Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya 3`emîn de (Ceribandinek Li Ser Sosyolojiya Azadiyê) cinsiyetparêziyê weke pirsgirêkeke civakî pênase dike û çareseriya wê jî tîne ziman.

Hinek têgeh û gotinên pêşiyan mîna: `Divê tu ço ji ser serê wê, daşik ji zik wê kêm nekî, Lêbixin bi tîran aş bikin bi qîran, Eger tu qîza xwe serbest berdî yan wê bigihe daholvan an jî zirnevan, Serê keçan bernedin, Divê mirov wê zû bi mêrekî ve girê bide, Jina mîna mêran, Kurikê mîna keçan` îfadeya cinsiyetparêziyê dikin. Gelek gotin û têgehên me, rê û rêbazên me cinsiyetparêziyê xurt dike û nahêle hilweşê. Ji ber vê yekê dema ku zext, lêdan, kuştin, destdirêjî, zewaca bi temenê biçûk ango hemû rê û rêbazên tundwarî li beramberî jinê tên bikar anîn, sedema wê zîhniyet e. Keç temenê wê dibe 4`salî êdî malbat dest pê dike di bin navê exlaq, şeref û namûsê de qanûnan jê re datînin; wê çawa bimeşe, çawa birûne, çawa bixwe, çawa bikene, biçe kuderê, bi kî re baxive, çi li xwe bike û hwd diyar dike. Ji xwe dema ku temenê wê derbasî 11,12 salî dibe êdî wê ji zewacê re amade dikin, temenê wê bibe 20 salî û hîna nezewicî ye dibêjin di malê de maye, ev nêzîkatî hemû cinsiyetparêziyê îfade dikin. Li Sûriyeyê, Îranê, Afxanistan û tevahî cîhanê êrîş û tundiya li ser jinê dibe ku em li beramberî wê şoq nemîn in. Ji ber zîhniyeta me dibe sedema qewmandina van buyeran.

Cinsiyetparêzî mîna Rêber Abdullah Ocalan dibêje pirsgirêkeke civakî ye û çareseriya wê JINEOLOJî datîne. Ango jin çiqasî xwe weke jin inkar bike, teqlîda mêr bike, gezinc bike, bigrî, intîhar bike yan koçberî derve bibe ew ê dîsa nikarbe xwe ji cinsiyetparêziyê rizgar bike yan jî li hemberî wê têbikoş e.

Bi riya tehlîlkirina cinsiyetparêziyê, perwerde, têkoşîn, rêxistinkirin, xwebûn û Jineolojî mirov dikare xwe ji cinsiyetparêziyê rizgar bike û çareseriyê jê re deyne.

Dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî yek ji rêbazên li xwe veger û rizgarkirina ji cinsiyetparêziyê ye.

çavıka Ronahi

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27